Şerên dijwar ên di navbera rejîma Esad û hêzên muxalîf de her ku diçe dijwartir dibe. Di encama topbarana hêzên rejîma Esad de 3 jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku her sê jin ji heman malbatê ne.
Şerên dijwar ên li duwemîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ku nêzî 600 hezar Kurd lê dijîn her ku diçe dijwartir dibe. Di encama topbarana artêşa Sûriyeyê de jinên Kurd ên bi navê Emel Mihemed Xelîl a 27 salî, dayîka wê Emîne Dawud a 50 salî û dapîra wê Elmas Dawûd a 70 salî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ev bûyer duh qewimî. Di encama berika tope ya li xaniya malbata Kurd de her sê jinên navborî jiyana xwe ji dest dan. Malbat bi eslê xwe ji gundê bajaroka Raco ya Efrînê ye.
Roja pênçşemê, gava endamên Meclîsa Gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) alîkariya xwarinê ji malbatên Kurd re dibirin, li taxa Tariq El Dabê li rastî êrîşa rejîma Sûriyeyê hatin û di encamê de 3 Kurd jiyana xwe ji dest dan. YPG’ê li hemberî vê yekê çalakiyeke bersivdanê pêk anî û di encamê de herî kêm 6 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.