Di çarçoveya çalakiyên "Şevên Hunerê" ku ji aliyê Navenda Çanda Mîtannî ya girêdayî Şaredariya Nisebînê tê lidarxistin, li Parqa Gulşilav ji bo jinan çalakiyekî taybet hate lidarxistin.
Navenda Çanda Mîtannî 2'emîn çalakiyên bi navê "Şevên Hunerê" ji bo jinan li dar xist. Di organîzasyonê de Şaredara Nisebînê Ayşe Gokkan, Alîkara Şaredara Nisebinê Salîha Cabadak, endamên KURDÎ-DER û bi sedan jin beşdar bû de Kordînatora Navenda Çanda Mîtanniyê Berrîn Aslan axivî û da zanîn ku ji ber Nisêbîn şarê jinane, çalakiya vê şevê ji bo jinan li dar dixin.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan diyar kir ku, komkujiya li ser hunerê qebûl nakin û wiha got: "Em tecrîda û zilma li ser hunerê qebûl nakin. Em dê tenê hunera azad û demokratîk qebûl bikin. Divê gelê Kurd huner û çanda xwe biparêze. Dewlet dixwaze me ji çand û hunera me dur bixe. Dixwazin me tune bikin, lê êdî nikarin bi vî gelî bilîzin. Dê gelê Nisebînê xwedî li çanda, huner û zimanê xwe derkeve."
'AKP NIKARE HUNERA ÎBADETÊ NÎŞANÎ ME BIDE'
Gokkan anî ziman ku, bûyerên li Amedê qewimîn ne bûyerên ji rêzê ne û wiha axivî: " Polîsên Erdogan ku li ser mizgeftan sond dixwe, li mizgeftê jinekî ciwan tacîz kir. Li ku ye misilmantiya wî, li ku ye têgeha wî ya namûsê. Heke ji me behsa misilmantiyê dikin, bila bizanibin ku em gelê Nisêbînê dizanin dê çawa îbadetê bikin. Em wekî Nisêbînî van tiştan qebûl nakin. AKP nikare hunera îbadetê nîşanî me bide. Gelê Nisebînê ne îbadeta Erdogan qebûl dike û ne jî ev tiştên ku kiriye. Ev kesan mirov dikujin û li vedişêrin mizgeftê, li hundirê mizgeftê jinan tacîz dikin. Bi taybetî em jin divê van tiştan qebûl nekin."
Piştî axaftinan Koma Semahê ya Mîtannî, Koma Folklorê, koma şanoyê û Koroya Jinên Nisêbînê dor bi dor derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêşî beşdaran kirin. "Şevên Hunerê" bi dîlan girêdanê bi dawî bû.