Li gorî daneyên ji aliyê Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di şeş mehên pêşî yên sala 2012 de 92 jin di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dan.
Saziyê di rapora weşan de tundiya di şeş mehên pêşî yên sala 2012 de li hemberî jinan pêk hatin nirxand. Li gorî raporê di vê demê de 92 jin hatin kuştin. Piraniya jinên hatin kuştin ji ber biryarên der barê jiyana xwe de dane, ji aliyê hevser, malbat an jî hevalên xwe ve hatin kuştin.
Di raporê de tê destnîşankirin ku hukûmeta AKP’ê mijara parastina jinan daye aliyekê û handana (teşwîqkirin) tundiya li ser jinan dike. Di raporê de hat diyarkirin ku ji avakirina Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û vir ve kuştinên jinan ji sedî 54 zêde bûne.
Di raporê de xwekuştinên jinan jî hatin destnîşankirin û ragihand ku gelek kuştin bi xwekuştinê tên veşartin û got ku gelek kuştin di bin navê xwekujiyê de tên xefkirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên aboriyê jî bandor li ser kuştina jinan dikin û hat ragihand ku hejmara kuştinên di 6 mehên pêşî yên 2012 de pêk hatin û yên di tevahiya 2011 de pêk hatin wekhev in.
Platform da zanîn ku ji sedî 28’ê êrîşan ji ber daxwaza hevberdanê li hemberî jinan pêk tên. Di vî warî de rêjeya hesûdiyê jî ji sedî 22 ye.