‘Di têkoşîna azadiya jinê de tora komunal girînge’

‘Di têkoşîna azadiya jinê de tora komunal girînge’

Sosyolog Menîce Urun balkişande ser hevpar tevger kirina jinê ya li dijî hemû cure tundî û pêkutiyên li ser jinê û got: “Di vî milî de modela ‘qadên jinê ên azad’  li dijî aliyên kêm û rizî ên sîstemê deşîfre bike, qadên alternatîv vebike, modela herî baş ya têkoşîna hevpare. Dikarin torekî têkoşîna hevpar ya komunal a stargeh, akademî, ciwan, tenduristî û ekolojiyê ava bikin. Tenê dikarin bi vî awayî li ser navê hemû mekanîzmayên jiyana civakî li dijî tundiyê aktîf û têkoşînekî hevpar bikin.”

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dê li gelek deveran jin çalakiyên cûda û renga reng, ji bo wekhevî, azadî û edaletê dengê xwe bilind bikin. Mêrsîn jî yek ji van navendane. Ji ber sedema şerê dijwar gelek kes ber bi Mêrsînê ve koçber bûn, ji ber vê jî jin di hemû qadên jiyanê de beramberî pirsgirêkên cidî têkoşînê dide.

Ji Navenda Jinan ya ÎŞTAR’ê ku di binya Şaredariya BDP’a Akdenîza Mêrsînê de ye Sosyolog Menîce Urun da diyarkirin ku, ber bi Mêrsînê ve koçberiyek mezin çêbûye û balkişande ser rastiya jinê ya ku ji çandên cûda pêktê ku weke xebatkarên malê ên bêpere kar dikin û di literaturê de weke “jina malê” tê binavkirin, ên berê wan didin fihûşê, ên di fabrîka, zeviyan de kar dikin/ didin karkirin ku weke hêza erzan ya kar tê dîtin heye.

Urun da zanîn ku, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pêwîste gelek rastiyan berçav bigirin û plansaziyekê li gorî wê çêbikin, her wiha ev tiştekî neçariye. Urun bilêv kir ku, “Jin; di nava tora têkiliyên aborî, çandî, civakî û polîtîk ên di nava bajar û li cihên bi hev re jiyan dikin ji hev cûdane, lê belê bi pirsgirêkên girift re rû bi rû ne. Ev jî di aliyê bajarbûyînê de dibe sedema feqîrî, bêparî, fihûş, bipereyekî kêm û bêewlekarî dana karkirin,  jin ji ber ‘rolên zayendî ên civakî’ ku di nava mal û civakê de tê pênasekirin, rastî tundiyê tê (fîzîkî, aborî, derûnî, gotinî, zayendî), her wiha ji ber ‘nasnameya çandî’ rastî tundiya dewletê tê, weke din jî di nava çêkerên sazîbûyînê ên zilam de dikevin asta duwem de.”

SERLÊDAN PIR ZÊDE NE

Urun da zanîn ku, heya niha têkildarî piştgiriya derûnî, şêwirmendiya hiqûqî, piştgiriya tenduristî, piştgiriya perwerdeyê, piştgiriya stargehê û alîkariya civakî bi hezaran jinan serî li Navenda Jinan ya ÎŞTAR’ê dane û wiha axivî: “Li gel daxwazên jinan ên cûda jî, piranî serlêdan ji bo piştgiriya derûnî, piştgiriya stargeh û şêwirmendiya hiqûqiye. Sedemê serlêdana jinan jî bigiştî ‘tundiye’. Ev tundî hinek caran endamek yan jî zêdetir zilamên malê, xebatkar û polîtîkayên saziyên dewletê (baro, nexweşxane, weqfên alîkariya civakî û piştgiriyê, xizmetên civakî, qeymeqamtî, walîtî, qereqol, şaredarî…) yan jî birêya karsazan, her roja ku diçe ev tundî zêde dibe.”

TIŞTÊN KU KOÇBERIYÊ AVAKIRINE

Urun anî ziman ku, jinbûyîn tê wateya di nava jiyana civakê de tena serê xwe rastî tundiyê hatin û tune hesibandin. Urun da diyarkirin ku, li bajarekî wekî Mêrsînê “jinên rastî koçberiyê hatine” bi xwere pirsgirêkên cûr be cûr tîne. Urunê destnîşan kir ku, li bajar xwe biyanî dîtin bi xwe re pêkûtiya derûnî, ji ber nasnameya çandî û ji dervey malê destûr nedana avakirina têkiliyan û bitaybet ev asîmîlasyona di ciwanan de diyar dibe. Urunê anî ziman ku, nêzîkatiya cûdakar ya karsazan li ser koçberan texrîbatekî aborî, derûnî û çandî çêdike. Ji bo fihûş, bazirganên madeyê hişber û çeteyên dizan ku xwe di nava tora têkiliyên qirê û têkel ên bajar de dide jiyankirin, şêniya koçberan ji bo xwe weke çavkaniya mirovan dibînin û da zanîn ku, ev çete bitaybet li ser jin û kurên ciwan hebûna xwe didin berdewam kirin.

QADÊN JIYANA AZAD

Urun tîne ziman ku, “Dema ku ew hemû rastiyên me diyarkirîn tînîn berçavê xwe, gengaze ku mirov li dijî tundiya li ser jinê têkoşînekî aktîf birêve bibe û gelek mekanîzmayan bêxe tevgerê. Niha di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê gelek navendên xebatên jinan birêve dibin ên weke stargehên jinan, komeleyên jinan, rêxistinên civaka sivîl hene. Lê belê ev çêker piranî xebatên xwe ên xweser birêve dibin. Lê belê li dijî tundî, şer, koçberî, tacîz û tecawizê li gel xebatên xweser, pêwîste xebatekî hevpar jî pêkwere. Di vî milî de modela ‘qadên jinê ên azad’  li dijî aliyên kêm û rizî ên sîstemê deşîfre bike, qadên alternatîv vebike, modela herî baş ya têkoşîna hevpare.”

TÊKOŞÎNA KOMUNAL

Urun da zanîn ku, ew modela qadên jiyana azad weke avakirina komunan di bin banê navendên jiyanê ên jinê û avakirina meclisên komunan dibînin. Urunê gotinên xwe wiha bidawî anîn: “Mînak komunên stargeh, akademî, ciwan, tenduristî, aborî û ekolojî. Komun dê birêya berdevkên meclisan ên hatine diyarkirin, dê torekî hevpar ê têkoşînê ava bikin. Tenê dikarin bi vî awayî li ser navê hemû mekanîzmayên jiyana civakî li dijî tundiyê aktîf û têkoşînekî hevpar bikin.”