'Di şeran de bi zanebûn jin hedef tê girtin'
'Di şeran de bi zanebûn jin hedef tê girtin'
'Di şeran de bi zanebûn jin hedef tê girtin'
Konferansa “Qirkirin, edalet û rûbirûbûn” îro piştî nîvro bi sernavên “Jin û Qirkirin”, “Qirkirin, neteweperestî û netewe-dewlet” û modela kantonan a li Rojavayê Kurdistanê berdewam kir. Di konferansê de Ronak Şivanî axivî û diyar kir ku di şeran de bi zanebûn jinan dikin hedef û got: “Jin weke xemîneta şer tên dîtin, weke mal û milk têne dîtin.”
Meclîsa Aştiyê û Demokrasiyê ya Ewropayê (MADE) li Zanîngeha Koln a bajarê Kolnê ya Elmanyayê konferansa bi navê “Qirkirin, edalet, rûbirûbûn; ji 1915 heta Qirkirina Şengalê ji qirkirina Na” li dar dixe. Konferans îro danê êvarê bi rûniştinên û destpê kir. Di rûniştina danê êvarê ya konferansê de, “Jin û qirkirin”, “qirkirin, neteweperest û netewe-dewlet” û modelên kontonên Rojava hatin gotûbêjkirin.
Moderatoriya konferansê Rojda Yildirim dike. Di rûniştina “Jin û Qirkirin” de Ronak Şivanî û Gulçîçek Gunel axivîn.
JIN WEKE XENÎMET TÊNE DÎTIN
Lêkolîner- nivîskar Ronak Şivanî têkildarî qirkirina Enfalê û bandorên wê li ser jinan axavî û bal kişand ser qirkirinên Enfal û Helepçeyê. Şivanî bal kişand ku bi zanebûn jinan di hemû şeran de dikin hedef, û got: “Jinan weke xenîmet dibînin, weke mal û milk dibînin.”
Şivanî diyar kir ku dixwazin bi rêya jinan gel tine bikin û got: “Dixwazin jinan ji holê rakin û hevsengiya civakî xera bikin. Li Şengalê êrîşî jinan kirin û xwestin berxwedana Êzidiyan bişkînin. Hemû qirkirin dixwazin vê yekê pêk bînin. Bi qasî qirkirinên fizîkî, qirkirinên psîkolojî jî mezin in.”
RÛBIRÛBÛNA BI DÎROKÊ RE GIRÎNG E
Lêkolîner-Nivîskar Gulçîçek Gurel Tekîn jî bi dîroka xwe destpê kir û bal kişand ser bandorên asîmîlasyonê. Tekîn diyar kir ku her çendî ew nîvî Kurd û nîvî Ermen e, lê ew nikare her du zimanan jî bi qasî Tirkî baş biaxive û got: “Asîmlasyon û qirkirin di jinan de encameke teqez digire.”
Tekîn da zaîn ku li Dêrsim, Şengal û di qirkirinên Ermenî û Asuriyan de her tim jin kirin hedef, jinan li bazaran firotin û bi darê zarokê hatin Misilmankirin, bi zilamên ku malbatên wan qetil kirine re bi darê zorê hatin zewicandin. Tekîn da zanîn ku ji ber vê jî rûbirûbûna bi dîrokê re girîng e.
Endama Tevgera Jinên Kurd û moderatora rûniştinê Rojda Yildirim diyar kir ku dîroka qirkirinan di heman demê de dîroka desthilatiya zilam e, di vî warî de ger wê bi qirkirinan re rû bi rû bên, divê bi desthilatiya zilaman re jî rû bi rû bên.
Yildirim bibîr xist ku tecawizên ku di şerên li Rûanda û Bosnayê de li dijî jinan pêk hatin, ji aliyê dadgeha navneteweyî ve weke sûcê şer hatin dîtin, lê heta niha qirkirinên li hemberî jinan nehatine naskirin. Yildirim got: “Di cîhaneke ku jin têde azad bin, wê tu komkujî pêk neyên.”
Ev rûniştina konferansê bi axaftinan bi dawî bû.
Di rûniştina 4’emîn de Metîn Ayçîçek moderatoriya konferansê kir, Prof. Dr. Mîrhan, Faîk Ozgur Erol û Selîm Ferat” sernava “qirkirin, neteweperestî û netewe-dewlet” nirxandin.
HÊVÎ MISTEFA BEHSA MODELA KANTONÊN LI ROJAVA KIR
Di beşa pêncemîn a konferansê de Serokwezîr Kantona Efrînê Hêvî Mistefa axivî û modela kantonan a li Rojava vegot.
Hêvî Mistefa diyar kir ku Kurdan beriya sê salan li Rojava ji bo azadiyê dest bi tevgerê kir û got ku mixabin hin aliyan berê şoreşa li Sûriyeyê guhertin. Hêvî Mistefa destnîşan kir ku hin ji vanan dixwazin gelên herêmê berdin hev û got: “Me jî li Sûriyeyê rêya sêyemîn hilbijart. Em hemû gel û bawerî li hev kom bûn û me herêmên xwe ava kir, me qûralên xwe danîn. Me xweseriya xwe ya demokratîk îlan kir.”
Mistefa got: “Em gelek mexdûr bûn, em hîna jî ji enerjiyê tije ne, em bi vê vîna xwe israr bikin.” Hêvî Mistefa bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşê Kobanê dikin û got ku li hemberî vê jî berxwedaneke bêhempa tê nîşandan. Hêvî Mistefa wiha axivî:
“Hemû dewletan jî nekarîn li hemberî van êrîşan rawestin. DAIŞ ne tenê li dijî Rojava ye. Ev xeterî li dijî hemû mirovan e. Êrîşê perestgehên pîroz dikin, hewl didin ku demokrasî, aşitiyê ji cihanê rabikin. Me dît ku li Şengalê çi bû. Me li hemberî van êrîşan berxwedanên YPJ’ê dît. Ez di vê konferansê de bang li hemû aşitîxwazan dikin: Têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê tenê bi hêviya Rojava ve nehêlin. Hûn jî destekê bidin, pêngavekê biavêjin.”
Konferans wê sibê jî bi sernavên “Rûbirûbûn û Tecrûbeyên Cîhanê”, “Em li kûdera rûbirûbûnê ne? Em dikarin çi bikin? Bên gotûbêjkirin.