Di Roja Mafên Jinan de tabloya şermê

Di Roja Mafên Jinan de tabloya şermê

"Demokrasiya pêşverû" ya Tirkiyeya AKP'ê, 5'ê Kanûnê Roja Mafên Jinan a Cîhanê, bi her şêweyên tundiya li dijî jinê pêşwazî dike. Di nava 2013'an de ku serlêdanên li saziyên jinan li gorî sala derbasbûyî zêde ye, bi sedan jin dîsa bûn mexdûrên tundî û kuştinê.

5'ê Mijdarê Roja Mafên Jinan a Cîhanê, bi tabloyeke neyînî ya rewşa jinan tê pêşwazî kirin. Li Tirkiyê, di dozên tundî û kuştina jinan ên bi hinceta "Jin ber ku namûsê tên kuştin", "xwezî li jinê tê kirin", "ji ber xapandiye tê kuştin", "ji ber ya jê re hatiye gotin nekiriye, lê tê xistin" mêr her tim xwe mafdar derdixîne û dadgerî jî kirasekî li vê mafdariya mêr dike. Li Tirkiyê jin li malê, li kolanan, li kargehan rastî tundî û talanê tên. Di 11 salên desthilatdariya AKP'ê re li gel derxistina qanûnan jî ev yek qat bi qat zêde bû. Qanûnên ku ji bo parastina jinê hatine derxistin, berevajî yê tundiyê li jinê dike, diparêze.

AKP ya ji bo têkşîna wekhevî û demokrasiyê ya jinê bêdeng bike jinan dixe girtîgehan, li ser bedena jinê hemû mafên axaftinê li gel xwe dibîne, di her firsendê de heqaretê dike û gotinên biçûkxistinê bilêv dike, bi qanûnên qaşo derxistine re hewl dide serî li tundiya mêr were tewandin, di nava cîhanê de di rêza herî jêr de ye.

TABLOYA ŞERMÊ

Li gorî hejmaren fermî tundiya li dijî jinê di 7 salan de ji sedî 1.400 zêde bû û jin herî zêde li tundiya nava malbatê rast tên. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di sala 2002'an de kuştina jinan ku 66 bû, di sala 2007'an de hilkişiya 77'an. Dîsa li gorî hin lêkolînên ne fermî ev hejmar di sala 2009'an de gihaşt hezar û 126. "Qanûna Pêşîgirtina li Tundiya li dijî Jinê û Parastina Malbatê" ku di Adara 2012'an de di parlamentê de hat qebûlkirin, li ser kaxizê ma. Yên ku ji bêsamîmiyetiya di pêkanînê de hêzê werdigirin, di şûna kêmkirina tundî û kuştina jinê de, zêde dike û dawî li vê nayê.

EGER JIN BÊJE 'AZADÎ'

Di rewşa bi sedan jinên ji ber têkoşîna xwe ya demokrasî û wekheviyê di dema desthilatdariya AKP'ê de dîl hatin girtin, ti pêşketinek nîne. Di serî de jinên Kurd her kesên di nava civakê de karên sendîkayî, mûxalîf û xebatên jinê dimeşînin, ji tundiya AKP'ê ya li hemberî jinê para xwe digirin û di ser re jî azadiya wan tê astengkirin. Ev dîlgirtina sedan, hezaran, weke şêweyeke din a tundiya li dijî jinê tê meşandin.

TALANKIRINA KEDA JINÊ

Li gorî raporên navneteweyî, jin li gorî mêran bi heqdestekî kêmtir dixebitin. Bi taybetî li qadên ku zor û kedê hewce dike, dixebitin. Jinên li karê çandinî û karên ne qeydkirî dixebitin, heqdestekî kêm distînin û ji ti mafên ewlekariya civakî nikarin sûdê werbigirin. Ji her 4 jinan bi tenê yek jê di karekî fermî de dixebite.

Ji sedî 52 ê jinên dixebitin bi buha yan jî yewmiye dixebitin. Ji sedî 36 karkerên malbatê yên bê heqdest, ji sedî 11 xebatkarên serbixwe û ji sedî 1 jî karsaz e. Lê belê li gorî Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) piraniya 'derfetên kar' ên ji bo bêkran hatine afirandin, cihên ne qeydkirî ne. Ji sedî 60 ê karkerên jin jî bê qeyd tên xebitandin.

Di dma AKP'ê de ku desthilatdariyeke "Çi jin çi zarok, ya pêwîst kir", li gorî daneyan tundî, destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan qat bi qat zêde bû. Ji talankirina keda bi heqdestê kêm heta pêşîvekirina li bûkên zarok ên bi sîstema perwerdeyê ya 4+4+4'an, dîsa di dema AKP'ê de fûhûş di asteke cidî de zêde bû.

AKP ya ku qehremaniya afirandina nifşekî oldar dike, ji 2002 dema hatina ser desthilatdariyê û pê ve, rêjeya sûcê zêde bû. Li gorî endamên desteya wezîran a AKP'ê li gorî daxuyanyên fermî di navbera salên 2002-2012'an de sûcên fûhûşê ji sedî 220, sûcên bi zorê destavêtin û destdirêjiya zayendî li zarokan ji sedî 125 zêde bûn.

FÛHÛŞ Û ÎSTÎSMAR DI DEMA AKP'Ê GELEKÎ ZÊDE BÛ

Li berfirehiya daneyan de encamên balkêş derdikevin holê. Çavkaniya qanûnî ya tabloya mijara gotinê jî hikûmet e. Li gorî daxuyaniyên desthilatdariya AKP'ê ji sûcê fûhûşê di sala 2002'an de der heqê 2 hezar û 669 kesan doz hatin vekirin. Ev hejmar di sala 2007'an de du qat zêde bû gihaşt 4 hezar û 494, di dawiya sala 2010'an de çar qat zêde bû û gihaşt 8 hezar û 409'an. Sûcê fûhûşê di nava 8 salan de ji sedî 220 zêde bû.

Di sûcê êrîşa zayendî û îstîsmara zarokan de di sala 2002'an de der heqê 16 hezar û 43 kesan de doz hat vekirin, ev hejmar di dawiya sala 2007'an de bû 19 hezar û 162, di dawiya sala 2010'an de bû 35 hezar û 760, bi vî rengî di nava 8 salan de ji sedî 125 zêde bû. Di sala 2002'an de li hemberî 818 bersûcan ji sûcê mustehceniyê doza cemaweriyê hat vekirin, ev hejmar di yekemîn serdema desthilatdariya AKP'ê di dawiya sala 2007'an de bû 1.808, di duyemîn serdema AKP'ê di dawiya sala 2010'an de bû 2.200 kes. Ji sala 2002 heta dawiya sala 2010'an nêzê ji sedî 170 zêdebûn çê bû.

PEYKERÊ ‘DEMOKRASIYA PÊŞVERÛ'

Li gorî standartên Yekitiya Ewropayê ji bo her 7 hezar jinan divê stargeheke bê vekirin û ev yek jî tê wateya 7 hezar û 500 stargeh. Li gorî daneyên Rêxistinên Civakî yên Sivîl 38 stargehên bi kapasîteya 867 jinan hene. Dema ji aliyê tenduristî, perwerde, aborî û hiqûqî de bê nirxandin, tê dîtin ku Tirkiye li paş welatên Efrîkayê ye.