Di rêça xwîşka şehîd de du xwîşk

Gerîlaya Ciwan a ji Farqînê Stêrk Dîrok bi xwîşka xwe re tevlî nav refên gerîla bûye. Niha herdu jî di rêça xwîşka xwe ya şehîd Viyan (Asûman Mûcel) de dimeşin.

Hema bibêje ev ê bibe 40 salên têkoşîna azadiyê. Weke zarokê civakeke dilêr bi salan fedekarî, ji xwe danê û bi rikdarî heta dawî bawer dikin, hembêz kirin û bê dudiliyekê amade ne ku her cure berdêlê bidin. Wiha; gelek şervan hene ku niha xwîşk, bira, dê û bavê wan tevlî nav refên azadiyê bûne. Êdî pêkan e ku di heman mekanî de, di heman derdora malbatî de mirov rastî wan were, pêkan e ku di heman mewziyan de, li rex hev bibîne ku bi dijmin re şer dikin. Bêguman pir berdêl hatin dayin. Gelekên wan xwîşk, bira, bav û dêyên wan şehîd bûn. Ên dijîn jî sond xwarin ku dilsozê bîranîna wan bin, têkoşîna wan hembêz kirin, rahiştin çeka wan û.

STÊRK DÎROK Û XWÎŞKÊN WÊ

Yek ji van jî gerîlaya ciwan Stêrk Dîrok a Amed/Farqînî ye. 6 xwîşk û 3 bira ne. Stêrk Dîrok gerîlayek serbilind, şên, kelecanî, bi çoş û meraqdar e. Stêrk a ku du sal in gerîla ye, bi 2 xwîşkên xwe re tevlî nav gerîla bûye. Xwîşkeke wê (Viyan Stêrk) ya dî jî li nav refên gerîla ye. Ev xwîşk navê xwe ji xwîşka xwe ya şehîd standiye. Êdî du gerîlayên ciwan jî  di rêya xwîşka şehîd û hevrêya xwe diçin. Xwîşka wan a ji wan meztir Viyan Dîrok (Asûman Mucel) 24’ê Adara 2012’an di navbera Bedlîs Xizanê  û Baykan a Sêrtê di şerekî de bi 14 hevrêyên xwe yên jin re tevlî nav karwanê şehîdan dibe.

Dema ku li rasta Stêrk Dîrok hatim min da pey meraq xwe û li pey hev min çend pirs jê kirin. Dema ku min xwîşka wê ya şehîd jê pirsî kelecanî bû, nava çavê wê çirisîn, bi hezkirine mezin, bi dilsoziyeke xurt û bi bêrîkirinê axivî. Bêyî ku dest bidimê, bêyî ku biguherim,  bi herka hîsan par ve dikim. Va ye bi vegotina gerîlaya ciwan Stêrk Dîrok xwîşka wê ya şehîd:

KEÇA MÎNAK A GUND BÛ

Bi malbatî me debara xwe bi şivantiyê dikir. Jiyana me di nav sirûştê de derbas dibû. Ş.Viyan pir ji sirûştê hez dikir, kedkar bu, hez dikir ku kar bike. Ji me baştir xweşikî didîtin. Piştî ku şivantî berda dest bi çêkirina merşan kir. Ş. Viyan û xwîşka min a dî ku tevlî nav refan bûye heman karê çêkirina merşan dikirin. A ku herî pir mînak dihate nîşandan Ş. Viyan bû. Ji ber ku pir bi hezkirin karê xwe dikir, guhê wê tim li ser karê wê bû. Kêfxweşiya wê, moralê wê, çalakitiya wê, hezkirina wê ya ji bo kar, ji gel û zarokan li ber çavan bû. Ji bo gundiyan Ş.Viyan tim keçeke mînak bû û ew ji bo keçên xwe ew mînak nîşan didan.

DAXWAZA WÊ YA MEZIN EW BÛ KU TEVLÊ BIBE

Dema ku bavê min û xwîşkên min ajal ji koxê derdixistin û dibirin çêrê ji bo paqijkirina koxê ya diviya ez û yan jî Ş.Viyan biçûya. Ji bo ku em biçûna koxa ku 10 deqe ji mala me dûr diviya ji sirtê me xwe bera jêr bida. Beriya ku em derbasî koxê bibûna kevirekî mezin, li nîvê wê konçalek û di nava wê de jî kevirekî biçûk ê reş hebû. Tim diçû wir. Her deverê kêvir şil dikir. Tiştek dikir dilê xwe û kevir diavêtiyê. Dema ku hêla wê ya şil ber bi wê ve dihat bawer dikir ku daxwaza wê bi cih hatiye. Bi giştî hêla şil ber pê ve dihat û digot, ‘erê ez ê tevlê bibim’ û pir kêfa wê dihat. Wê rojê jî çû cem wî kevirî. Dîsa di dilê xwe de tiştek girt û rahişte kêvir. Bi kêfxweşî vegeriya û me karê xwe kir.

EW KEVIR WE JÎ TEVLÊ NEKE

Ez hîç wî kevirê mirazan ji bîr nakim. Piştî ku ew tevlî nav refan bû, ez û xwîşka xwe jî em diçûne cem wî kevirî, kevirê reş li cem min bû, min anîbû cem xwe. Piştî ku ez jî tevlî nav refan bûm min kevir da diya xwe. Em hîn bûbûn êdî. Her carê me kevir şil dikir û tiştek dikir dilê xwe de. Bi rastî jî bandor li me kiribû. Jixwe êdî bûbû mijara tinazpêkirinê. Mînak dema ku em jinên ciwan diçûne cem kêvir meta min tim digot, ‘hay ji xwe hebin, wê jî tevlê neke. Binerin wî kevirî Asûman bir.’’

BI ZANEBÛN LÊBIKÎ NAYÊ RAKIRIN

Serdema 2002-2005’an bû. Ş. Viyan dema ku dest bi qursa çêkirina merşan kirî li ser markayeke sabît dixebitî. Markaya merşê bi 3 tîpan bû. Ş. Viyan jî li ser merşeke ku çêkirî tîpên HPG-PKK an jî HRK-HPG nivîsî. Yek ji van bû, tam bi bîra min nayê. Xaltiya Ş. Delîla Meyaser Nezahat mamosteya me bû. Çend rojan qet merşa ku Ş. Viyan çêkiribû kontrol nekiribû, ji ber ku pir bi Ş. Viyan bawer bû.

Pir ji jinên dî yên karker jî bawer dikir. Ş.Viyan dema ku merşê diqedîne û ji bo ku kontrol bike dibe cem mamoste û dibêje divê kontrol bike. Mamoste Nezahat diçe kontrol dike û dibîne ku tîpên ku navê markayê ne li ser tine ne, guherî ne. Dema ku mamoste Nezahat vê dibîne dibêje, ‘Asûman vê rake’. Ş. Viyan dibêje, ‘ez ranakim.’ Mamoste Nezahat dîsa dibêje, ‘vê rake’ û Ş. Viyan dibêje, ‘na’. Dema ku dibêje, ‘çima?’ Ş. Viyan dibêje, ‘min ew bi zanîn danîn, wekî ez ê rakim çima min lê neqş kirin.’ Mamoste Nezahat dibêje,’ wê rake, ji ber ku ew merş bikeve destê midûrê ku zilamê dijmin e wê ziyanê bide te, tu yê werî gritin. Jixwe li ser malbata te zexteke zêde heye. Vê jî bibînin wê pir bi ser we de werin.’ Wê wiha hewl dide ku qanih bike. Bi bîra min tê, wê demê wêneyê wê merşê jî girtibûn û li cem xwe hiştibû. Pir jê hez kiribû. Gotibû, ‘min ew tîp pir xweşik lêkiribûn.’

LI DIJÎ MÊTINA KEDÊ BÛ

Ş. Viyan qet ji karê çêkirina merşan hez nedikir. Ji bo vê dixwest hemû jinên ku li wir keda wan dihate xwarin xilas bike. Carekê bi diya min re axivî. Gote diyar min naxwaze ku ez biçm wî karî. Digot bila keda min beleheq neçe Digot, ‘em bi salan xebitîn, keda me tim beleheq çû lê bila ya wê neçe.’’

HEKE LI XWE BIKIM CAREKE DÎ JI XWE NAKIM

Ji bo Newrozê me xwe hazir kir. Em ê bi cîranê xwe re biçûna Amedê. Hê zû bû. Erebe hatibû her kes li bendê bû lê siwar bibe. Bavê min weke her carê cilê gerîla li xwe kirin, şal û şapik, êlek û qutik. Hevalekî cilên gerîla ji bavê min re şandibû. Heval Viyan pir jê hez kiribû. Keçeke cîranê me hebû, pir dixwet li xwe bike (ew jî piştî Ş. Viyan tevlê bû) navê wê Fatoş bû. Wê jî weke heval Viyan dixwest tevlê bû, pir ji hev hez dikirin. Herduyan digotin em ê li xwe bikin, herî dawî Ş. Viyan got, ‘Fatoş, tu li xwe bike’. Fatoş got,’ez li xwe nakim’. Ş. Viyan çûbû ber neynikê li kincên li ser xwe dinerî. Diya min got,’Asûman, ev cil pir li te hat, tu li xwe bike. Bila Fatoş li xwe neke’. Ş. Viyan got, ‘Yadê, ji bîr neke, heke ez cilekê carekê li xwe bikim, nema ji xwe dikim.’’ Diya min got, ‘’çawa?’. Ş. Viyan got, ‘ Gerîlayek dema ku van cilan li xwe dike, heta bi gorê nema ji xwe dike, heta ku şehîd dibe. Ez jî li xwe bikim nema ji xwe dikim.’ Diya min jî gotiyê, ‘naxwe li xwe neke, bide Fatoş’. Wê carê li xwe nekiribû. Gelek caran digot, ‘’Yadê, heke rojekê şehîd bibim bi van kincan min veşêrin.’ Pir temê wê li ser gerîla, çiya, jiyana gerîla hebû, tim bi vê xewn û xeyalê bû.

PIR JI ZIMANÊ DAYIKÊ HEZ DIKIR

Digot, çima em bi zimanê xwe nikarin biaxviin, çima MED TV tê girtin. Dema ku em diçûne Amedê, hêrs dibû ji ber ku em neçar dihatin hiştin ku bi Tirkî biaxvin û digot, ‘çima em nikarin bi zimanê xwe biaxivin.’’ Pir ji zimanê dayikê hez dikrir. Ji bo zarokên ku nû çêdibûn tevlî nav refan bû. Dema ku polîtîkaya dewletê ya li ser Amedê ya fihûş, tiryakê fêhm kir pir hêrs dibû û xwest ku li dijî vê tolê hilîne.

Jixwe dema ku komploya navnetewî li ser Rêbertî çêbû, hêrsa wê ya li dijmin hê zêdetir bû.

XATIRXWESTINA JI DAYIKA XWE

Ji zaroktiyê ve tim dixwest ku rojekê tevlî nav refan bibe. Dixwest rêxistinê nas bike, Rêbertî fêhm bike, jiyana gerîla nas bike. Hezkirineke wê ya cuda li çiyan hebû. Tim dixwest bijî, bibîne û bibe gerîla. Xeyala xwe bi vê maneyê pêk anî. 24’ê Hezîrana 2009’an tevlê bû. Em hemû li malê bûn. Got, ‘dayê, ez tevlê dibim.’ Beriya niha jî bi diya min re ketibû şert. Diya min jî ji bo çiftê dengê xwe lê kiribû û gotibû, ‘çifteyê neavêje’. Wê jî gotibû, ‘na ez ê bavêjim’. Diya min jî li ser vê gotibû, ‘heke tu bavêjî û destên te nelerizin û tu nehejî heta bixwazî dikarî bavêjî, ez ê nebim asteng.’ Ji diya min re got, ‘dayê, tu soz didî?’ Diya min jî gotiyê, ‘belê, ez soz didim’. Ş. Viyan jî piştre çû rahişt bi çifteyê gule avêt û ne destê wê lerizîn û ne jî ew hejijî. Piştre jî gotibû, ‘yadê, ez ê armanca xwe pêk bînim.’ Diya min jî got, ‘belê, soz didim. Bixwazî tevlê bibe, rêya te vekirîbe. Dema ku tevlê bûyî ji diya min re got, ew soz wê bi bîra wê tê yan na. Dema ku diya min jî gotî, erê. Got, ‘va niha diçim naxwe, ji bo vê dixwazim destê te maç bikim.’’ Destê diya min maç kir û wiha çû. Sedema ku navê xwe kiribû Viyan jî, bandora Ş. Viyan Soran bû.

XWEŞIKIYA LI SER RÛYÊ WÊ QET NAYÊ JIBÎRKIRIN

Paqijiya li dilê wê, zelalî, coşî, berxwedaniya wê ji rûyê wê xuya dikir. Dema ku cenazayê wê hatî diya min xwest ku ez bi xwîşka xwe Viyan re biçin li rûyê wê binerin. Em çûn, me li cenaze nerî. Xweşikiyeke wiha li ser rûyê wê hebû nayê gotin. Her çendî ku 5 gule lê ketibûn jî, zelalî, xweşikiya li ser rûyê wê qet neçûbû. Ez ê ti caran wê xweşikiya li ser rûyê wê ji bîr nekim. Xweşikiyeke cudatir li odeya mizgeftê belav kiribû.

ÇEKA  WÊ LI ERDÊ NEMA

Ş.Viyan piştî ku tevlê bû, min xwest ku di rêya wê de bimeşim û piştî wê 2015’an ez jî tevlê bûm. Xwîşka min a dî Viyan jî 2014’an tevlê bû. Piştî şehîdbûba Ş. Viyan min xwest armanca wê pêk bînim û min çeka wê hilda. Ez çi qasî behsa Ş. Viyan bikim jî kêm e. A ku li min dikeve ew e ku rast lê xwedî derkevim û di rêya wê de bimeşim. Ez dixwazim wê bidim jiyîn, bi hevrêyên xwe re dixwazim xeyala wê pêk bînim. Dixwazim wê coşiya wê, kelecaniya wê, giyanê wê pêk bînim. Jixwe bi xwîşka xwe ya dî re ku tevlê bûye me sond xwar ku çeka wê li erdê nemîne, çeka Ş.Viyan ti caran wê li erdê nemaye. Li ser vê bingehê heta dawiyê em ê biçûna.

JI HEZARAN CIWAN YEK JÊ BÛ

Stêrk Dîrok, ji du xwîşkan yek jê ye ku di nav refan de cih girtiye, mil bi mil şer kiriye û ji nav bi  hezaran ciwan yek jê ye ku ji têkoşîna azadiyê bawer kiriye. Hemû jî amade ne ku berdêlê bidin.