Di Nîsanê de 30 jin hatin kuştin, 51 zarok hatin îstîsmarkirin

Platforma 'Em ê Cînayetên li ser Jinan Bisekinînin' diyar kirin ku di meha Nîsanê de bi kêmanî 30 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û dewletê tu tevdîr nestendiye. Platformê diyar kir ku bi kêmanî 51 zarok jî hatine îstîsmarkirin.

Platforma 'Em ê Cînayetên li ser Jinan Bisekinînin (KCDP)' rapora xwe ya meha Nîsanê bi raya giştî re par ve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Nîsanê de bi kêmanî 30 jin hatine kuştin. 

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin: "Di meha Adarê de ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê têkoşîna jinan geş bû û cînayetên li ser jinan piçekî be jî kêm bû. Lê di meha Nîsanê de cînayetên li ser jinan dîsa zêde bû. Herî zêde li Stenbol, Edene, Dîlok û Kocaeliyê jin hatin kuştin û 3 jin jî hê têkoşîna wan a jiyanê didome."

ÎSTÎSMARA ZAROKAN

Di raporê de hate diyarkirin, li gorî nûçeyên ku di çapemenî û medyayê de derçûne, bi kêmanî 51 zarok hatine îstîsmarkirin. Ji van zarokan 26 zarok li dibistanê û 10 zarok jî li malê hatine îstîsmarkirin.

'XIZMÊN WAN, WAN DIKUJIN'

Di raporê de ev tişt jî hate diyarkirin: "Di meha Nîsanê de 10 jin dema ku dixwestin têkildarî jiyana xwe biryara xwe bidin, hatin kuştin. 5 jin jî hê sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin. Di van qetilkirinan de 11 jin bi destê mêrê xwe, 6 jin bi destê destgirtiyê xwe, jinek bi destê mêrê ku mehra wan a mele heye, 2 jin bi destê kurê xwe û 2 jin jî bi destê xizmê xwe hatine kuştin."

DEWLET PÊŞIYA KUŞTINAN NAGIRE

Di raporê de tê diyarkirin ku "Heke dewletê zagona 6284 a parastinê bi awayekî çalak pêk bianiya ew ê 9 zarok bêdayîk nemana. Jinên ku hatine kuştin 26 jin nehate diyarkirin bê ka zarokên wan heye yan na û yê 4 heban jî zarokên wan hebû."