Di nava mehekê de 34 jin û zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Bîanetê zilaman di meha Kanûnê de herî kêm 34 jin û zarok qetil kirine.

Li gorî nûçeya ku Bîanetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, malper û ajansên herêmî û neteweyî berhev kiriye, zilaman di meha Kanûnê de herî kêm 34 jin û 4 zarok qetiil kirine û tecawizî 7 jinan kirine.

Zilaman li hemberî herî kêm 61 jinan şîddet pêk anîne, herî kêm 4 zarok qetil kirin, herî kêm 37 keç û kur tacîz kirin, herî kêm 12 jin tacîz kirin û 130 jin jî bi zorê neçarî karê seksê kirine.

Di sala 2021’ê de zilaman 324, di sala 2020’an de 284 û di sala 2019’an de jî herî kêm 328 jin qetil kirine. Dîsa di van salan de bi dehan zarok hatin qetil kirin û gelek jin û zarok rastî destavêtinê hatin.

Li gorî “Rapora Daneyên Sala 2021” a Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ji sedî 64’ê jinan li malê hatine qetilkirin. KCDP’ê mirina 217 jinan jî weke “gumanbar” ragihand.