Di NASA’yê de jineke kurd

Di NASA’yê de jineke kurd

Zanyara Kurd a ciwan Zeynep Kurban ku li Îngîlîstanê dixwîne wiha dibêje: “Wekê Eînsteîn dibêje, ji bo mirov bibin ji bo bibe dahî ji sedî 1 zeka û ji sedî 99 xebat pêwîst e. Ez wekî jineke kurd dema bi nasnameya xwe karê xwe dikim ser bilind im.”

Jina kurd a ciwan Zeynep Kurban ku ji Zanîngeha Unîversîty College Londonê ya Îngîlîstanê (UCL) mezûn bûye, doktoraya xwe jî li ser ‘Ji bo pêkanînên pîlên sotemeniyê depokirin enerjiya hîdrojenê’ kir. Ev proje li laboratuara Rutherford Appleton bi hevkariya Zanîngeha Oxfor û UCL pêk hat. Kurban di 9 saliya xwe de hatiye Îngîlîstanê û dema doktoraya xwe dikir, di şîrketa Cella Energy de dixebite. Kurban anî ziman ku di encama lêkolînên ku di pêvajoya doktoraya xwe pêk dianî de ji bo mafê telîfê yên ku derdikevin holê bi kar bîne Cella Energy ava kirine û wiha got: “Bi hevkariya Space Florîda ya têkiliya wê bi NASA û hikûmeta Îngîlîstanê re heye, di nava hîsedarên pêşeng yên Cellan a hikûmeta Amerîkayê de cih digire. Min dema di sala 2011’an de dema me li Florîda, Navenda Fezayê ya Kennedy lêkolîn dikir bala NASA’yê kişand”. Kurban niha lêkolînên xwe li Îngîlîstan û Amerîkayê didomîne.”

PIRSGIRÊKA ENERJIYÊ GLOBAL E

Kurban di dema dibistana seretayî dema dersa fîzîkê dixwîne zanista fezayê bala wê dikişîne. Ev eleqe wê ber bi lêkolîn û xwendinê ve dibe. Bi vî awayî biryarê dide ku li zanîngehê fîzîkê bixwîne. Kuban diyar dike pirsgirêka herî mezin ya welatan eve ku ewlehiya enerjiyê tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger ekonomiyên modern bi rê ve biçe, bi rêjeyeke mezin girêdayê petrola erzan in. Di rastiyê de tişta bit irs ev e ku çavkaniyên me yên enerjiyê her diçe tune dibe. “

Kurban hincetên pêkanîna lêkolînê wiha vedibêje: “Di roja me ya îro de têkiliyên jeopolîtîk girantir e çavkaniyên enerjiyê bi tabîreke din li ser petrolê bi teşe dibe. Li gorî hejmarên Netewên Yekbûyî şêniya cîhanê heta sala 2050’yî dê 9 milyar zêde bibe. Di vê demê de hejmara wesayita du qat zêde dibe û tê texmînkirin ku dê bibe 2 milyar. Li aliyê din hilberîna petrolê ji niha de ketiye û tê texmînkirin ku nêzî 40 salî temenê wê maye. Li aliyekê daxwaza ji bo enerjiyê pir zêde dibe û li aliyê din jî kêmbûneke cidî heye. Ji ber vê jî hewcedarî pir zêde bi çavkaniyên alternatîf yên wekî roj, ba, pêl û jeotermal heye. Ji ber vê hewcedariyê min dest bi lêkolînê kir. Hewcedarîi bi çavkaniyên enerjiyê hene.”

HEWLDANÊN LI TIRKIYEYÊ

Kurban da zanîn ku madena Bor li Tirkiyeyê pir zêde ye û diyar kir bi hin saziyên Tikriyeyê re ketine nava têkiliyê û wiha got: “Têkiliya me hem bi TUBÎTAK,Boren (Esntutiya Lêkolînê ya Bor a Netewî) Koç Holding û hem jî bi madenên ETÎ re çêbûn. Heta niha ji Tirkiyeyê razemeniyek 2 milyon dolar çêbû. Ev çavkaniyên Borê dê di warê enerjiya Hîdrojenê de hatine baş ya aborî ji bo Tikriyeyê bîne. Em wekî şîrketê di hewldanên xwe de vê yekê dizanin. Ev lêkolîna ku ez behs dikim em li laboratuvarên Cella Enery ya Navena Kennedy Space ya NASA ya eyaleta Amerîkan Florîda dimeşînin. NASA yek ji razemenkarê mey ê herî mezin e.”

LI PEY XELATÊN XWE DIÇE

Kurban diyar kir divê xeyaleke her kesî ya ji bo pêşerojê hebe û wih agot: “Tişta ez dikim ev e. Tu tiştek ne bê derfet e. Tiştên ku xeyalên me bê derfet dike, tirs û bê hêvîtî ye. Dema ez biçûk bûm min xeyal dikir ku ez bibim astronot û min ji xwe re rê xêz dikir. Ev xeyala min ez îro anîm cihê min dixwest. Ez 9 salî bûm hatim Îngîlîstanê. Me zehmetiyên mezin kişand. Derfet hebûn. dema mirov derfetan baş bi kar bînin wê demê mirov digihêjin cihê ku mirov dixwzin biçinê. Wekî Eînsteîn gotiye; Wekê Eînsteîn dibêje, ji bo mirov bibin Ji bo bibe dahî ji sedî 1 zeka û ji zedî 99 xebat pêwîst e. Ger mirov bixebitin wê demê dê mirov bi ser bikevin. Divê em li dijî kesên ku ziman û nasnameya me tune dikin vê hewldana xwe nîşan bibin. Ez wekî jineke kurd bi nasnameya xwe dema karê xwe dikim serbilind im. Divê em hemû ser bilind bin.”