Di mijara mafên jinan de peymanên heyî bicih nayên anîn
Di mijara mafên jinan de peymanên heyî bicih nayên anîn
Di mijara mafên jinan de peymanên heyî bicih nayên anîn
Lêkolînên li ser 30 salên dawî hatin kirin nîşan dan, ku yek ji sê jinên li ser rûyê erdê rastî şîdetê tên û li her qada jiyanê cihêkariya li hemberî jinê dewam dike. Her çend hin pispor di wê baweriyê de bin ku civaka navneteweyî ji bo parastina jinê xwedî amûrên hiqûqî yên têrker nîne jî, parêzvanên mafê jinê dixwazin amûrên heyî bicih bên anîn.
Ji raportorên taybet Raşîda Manjoo ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya meha Cotmehê axivî, diyar kiribû ku ji bo pêşîgirtina li şîdeta li hemberî jinê divê peymaneke nû ya parastinê ya navneteweyî bê amadekirin. Manjoo bal kişandibû ser binpêkirinên mafên mirovan ên giran, berfireh û bi rêk û pêk ên li dijî jinê û destnîşan kiribû, ku peymanên heyî li welatên endam, xwedî wesfa hesabpirsîna ji şîdeta takekesî, saziyî û binesaziyî, nînin.
"YA GIRÎNG BICIHANÎNA QANÛNAN BI AWAYEKÎ RAST E"
Manjoo da zanîn ku pêwîstî bi peymaneke berfireh a çarçoveyê ya NY heye, ku karibe pêşî li şîdeta li hemberî jinê bigire. Lê ev daxwaza Manjoo ji aliyê gelek saziyên parêzvanên mafên jinan ên navneteweyî ve rast nayê dîtin. Ji damezrînerên Tora Aksiyon a Civaka Sivîl a Navneteweyî (ICAN) Sanam Naraghî-Anderlînî anî ziman, ku nêrîna raportora taybet a NY 'di prensîbê de' rast e û diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê pêwîstî bi amûrên hiqûqî yên taybet hene.
Naraghî-Anderlînî ji ajansa nûçeyan a IPS re axivî û bal kişand ser girîngiya qanûnên heta niha ji aliyê NY ve hatine qebûlkirin, destnîşan kir ku bi tenê hin qanûn têrê nakin.
Damezrînera ICAN'ê ragihand ku ji DYA û welatên Ewropayê heta Pakîstanê gelek welatan, ji bo parastina jinê qanûnên neteweyî qebûl kirine, lê tevî vê yekê şîdeta li hemberî jinê li gelek welatan 'bi şêwe û armancên cuda' tên kirin. Naraghî-Anderlînî got, "Ya pêwîst afirandina mekanîzmayên bicihanîna qanûnên heyî ye" û diyar kir ku pirsgirêka heyî ya bingehîn, bicih neanîna qanûnên heyî bi awayekî rast e.
"BERIYA HER TIŞTÎ PÊWÎSTE HIŞYARÎ Û HESTYARÎ DI NAV CIVAKÊ DE BÊ AFIRANDIN"
Ji rêveberên berê yê beşa pêwendîdar a peymanên NY Palîtha Kohona jî di wê baweriyê de ye, ku serketina peymaneke nû ya global a ji bo parastina jinê, garantî nîne. Kohona da xuyakirin ku aliyên peymaneke nû, divê civaka navneteweyî ji bo çarçoveyeke nû qanih bikin û bal kişand ser girîngiya îspatbûna kêmmayîna amûrên heyî yên hiqûqa navneteweyî. Kohona diyar kir ku ji bo pêşî li şîdeta li hemberî jinê bê girtin, girîng e di nava civakan de hestyarî û hişyarî bi pêş bikevin.
GELO SÎNERJIYA KARIBE CEDAW NÛ BIKE NÎNE?
Li gorî hin parêzvanên mafên mirovan, Peymana Pêşîgirtina li Cihêkariya li dijî Jinê (CEDAW) a NY di sala 1979'an de qebûl kiriye, bi rewşa xwe ya heyî têrê dike. Koodînatora navneteweyî ya saziya bi navê Global Network of Women Peacebuilders (GNWP) Mavic Carbera-Balleza anî ziman, ku pêwîstî bi Konvansiyoneke nû ya Mafên Jinan a NY nîne. Balleza da xuyakirin ku têkoşîna jinê ya ji bo qebûlkirina CEDAW'ê bi dehan salan dewam kir, bi peymaneke nû re dikare bikeve xeteriyê û destnîşan kir ku ji bo ev peyman li parlamentên welatên endam pêşkêşî dengdanê bê kirin, têkoşîneke demdirêj hatiye meşandin.
Ji damezrînerên ICAN'ê Sanam Naraghî-Anderlînî jî diyar kir ku ji bo bicihanîna amûrên heyî yên hiqûqû, divê xebatên welatên ji pêkanînê berpirsyar di perwerdeyekê de bên derbaskirin. Naraghî-Anderlînî xwest, ji wezîfedarên fermî yên alîkarîdayîna jinên rastî şîdetê hatine red dikin, karibe 'hesab jê bê pirsîn.'