Di Meşa Jinan a Cîhanê de piştgiriya grevan re hate kirin

Rêxistina Fransa ya Meşa Jinan a Cîhanê (Marche Mondiale des Femmes) ji bo Leyla Guven û hemû çalakvanên greva birçîbûnê bang rêxistinbûnê li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kir.

Banga berê ji aliyê Nûnertiya Fransa ya Meşa Jinan a Cîhanê hatibû parvekirin ya beşa Kurdan pave kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku projeyên jinên Kurd ên aştiyê dikin armanc, li dijî paşverûtiya siyasî û projeyên laîk, federalîst û femînîst li xwe digre, hate destnîşankirin ku destekê didin van hemû hewldanên jinên Kurd.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro gelek jinên Kurd ên li girtîgehan li dijî zextên li dijî hiqûqa navneteweyî ya hikûmeta Tirkiyeyê re di nava grevê de ne, bal hate kişandina ser şikandina bêdengiya li dijî dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava çalakvanan de Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ev 75 roj in di grevê de ye, agahiya ku rewşa tenduristiya Guven her diçe xirab dibe hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Guven nêzî mirinê bûye” li dijî vê banga tavilê bi lezgîn bikevin tevgerê hate kirin.

Di banga Meşa Jinan a Cîhanê ya ji bo hemû hevparan de, daxwaz hate kirin ku hemû tevgerên femînîst vê bangê îmze bikin û piştgiriyê didin. Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku banga di derbarê Meşa Jinên Kurd a Cîhanê jî bê parvekirin.

Meşa Jinan a Cîhanê ku gava wê ya yekem sala 2000’î li herêma Qûebec a Kanada ku bi Fransî lê tê axaftin, ji 161 welatan ji 6 hezarî zêdetir tevgerên jinan endam in.