Di meha Tîrmehê de 24 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora meha Tîrmehê ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinîn, 24 jin hatin qetilkirin û 20 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora meha Tîrmehê ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinîn, 24 jin hatin qetilkirin û 20 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Bisekinîn têkildarî jinên ku di meha Tîrmehê de hatin qetilkirin raporek amade kir û ragihand. Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 24 jin hatin kuştin û 20 jî bi awayek bi guman mirî hatin dîtin.
Di meha Tîrmehê de hêrî zêde li Stenbolê jin hatin kuştin. Li Stenbolê 4, li Denîzliyê 3, li Îzmîrê 2, li Konyayê 2, li Mûglayê 2 û li her yek van bajaran Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Amed, Eskîşehîr, Isparta, Kirşehîr, Kocaelî, Mêrsîn, Mûş û Yozgatê jî jinek hat qetilkirin.
ŞÎDET BI ŞÊWE GUHERTINÊ DEWAM DIKE
Di raporê de nehatiye tespîtkirin ku 10 jin bi kîjan hincetan hatin kuştin. her wiha hat diyarkirin ku 14 jin jî jiber cudabûnê, li hev nehatinê, redkirina zewac û têkiliyê hatin qetilkirin û jinek jî ji ber hincetên aborî hat qetilkirin.
Hat destnîşankirin ku ji ber şîdeta li ser jinê û veşartina kuştina jinan, nehatiye zanîn ku her 10 jin bi kîjan hincetan hatine qetilkirin.
Di raporê de têkildarê vê yekê, wiha hate gotin: “Heta ku qetilkirina jinan ji aliyê kê ve û çima hatine kuştin, neyê tespîtkirin; darizandina adilane neyê kirin, cezayên giran ji kujer û şahidan re neyê dayîn û tedbîrên pêwîst neyên girtin, wê şîdet bi şêwe guhertinê dewam bike.”