Di meha Mijdarê de 27 jin hatin kuştin

Di meha Mijdarê de 27 jin hatin kuştin; şîddeta zayendî li 39 jinan hate kirin.Pêre jî îstîsmara zayendî li 29 zarokan hate kirin.

Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' rapora şîddetê ya meha Mijdarê eşkere kir. Plaformê bal kişand ser zagona 6284 an ku dixwaze ‘Malbatê biparêze û şîddeta li ser jinan bi dawî bike.’ Platformê manşetên ku ji vê zagonê re dibêjin ‘mala mirov xerab dikin’ û ‘malbatê parçe dikin’ bi zimanekî tund rexne kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku zagona bi nimreya 6284, jiyana 42 hezar jinan rizgar kiriye.

BÎLANÇO

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Mijdarê de 27 jin hatine kuştin.

Di dûmahîka raporê de ev tişt hate diyarkirin, “Li Stenbolê 4, li Sakaryayê 3, li Mêrsînê 3, li Şirnex û Antalyayê 2, 12 jin li malên xwe, 5 jin li kolanê, jinek di wesayîtê de, 2 jin li mala xizmê xwe, jinek li baxçe, jinek li rawestgeha otobusan, jinek li kêleka behrê hatiye kuştin. Di heman demê de 3 jin jî cihê ku lê hatine kuştin, nehatiye tespîtkirin.

Hat diyarkirin ku ji sedî 75’ê jinan ji ber daxwaza wan a hevberdanê hatine kuştin.

ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ Û ŞÎDDET

Li gorî raporê li 29 zarokan îstîsmara zayendî hatiye kirin. Hat diyarkirin ku herî zêde xizmên zarokan îstîsmar kirine.

Di raporê de hat diyarkirin ku şîddeta zayendî li 39 jinan hatiye kirin