Di Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn de dê berxwedana jinê bê dest girtin

Di Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn de dê berxwedana jinê bê dest girtin

Jinên Rojhilata Navîn ji bo nîqaşek girîng dê bên gel hev. Slogana konferansa ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve tê organîzekirin jî, “Jin, Jiyan, Azadî.” Îro li Amedê 1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn tê li darxistin, tê armanckirin ku ezmûnên welatên cûda bên parvekirin.

Konferans diyarî ji damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, kirin. komîteya Amadekar got, “Bersiva herî baş ya komkujiya hevalên me, li her derê bi Sakîne, Fîdan û Leylayan re nasîn, destlêdan û hatina cem heve.”

Konferansa ku bi xebata 10 kesan amadekariyê wê têne birêve birin, ji Forma Sosyal ya Cîhanê ku li Tinûsê hate organîzekirin bigire heya Hevdîtina Jinan ya li Nepalê û Hindistanê xebat hatin birêve birin.

1.Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn ku dê malovaniya çandên cuda, bawerî, etnîsîte, perwerdeya zayendî, temen, çîn û zimanan bi sedan jinên ji 25 welatan tên bike, di heman demê de armanc dike ku li hemberî komkujiyên sînor nenas yên desthilatdariyê, tekoşîna sînor nenas ya jinê û vîna azad careke din derxînin holê.

Konferansa ku dê îro destpê bike heya 2’ê Hezîranê dom bike. Dê di roja destpêkê ya konferansê de ji Îranê Şahla Ezazî ku di mijara xebatên jinê û zayenperestiya civakî  bi xebatên xwe yên akademîk tê naskirin, ji Efxanîstanê Malalai Joya ku li dijî hikumeta Xarzayî dengê muxalif yê herî bihêz û parlementera berê, ji Misirê Rabab el Mahdî li ser tekoşîna jinê û ji Filistînê Rabab Ebdulhadî dê dîrok jinê bigire dest. ji Rojava Asiye Ebdula û Kolettifa Sosyalist Feminist Filiz Karakuş dîroka ku ji destpêkê heta niha bi destê zilam hatiye nivîsandin vebêjin. Ji Tirkiyeyê jî Fatma Bostan Unsal dê li ser cînayetên civakî û li Rojhilata Navîn dîroka jinê, Nêrîna jina Misilman venêre.

Di roja duyemîn a konferansê de li ser ceribandinên têkoşîn û tevgera jinên Filistinî raweste. Jinên Filistînî Amal Whadan û Rawda Odeh dê tecrûbeyên xwe pêşkêş bikin. Jina Misirî Samira İbrahim dê têkoşîna li dijî milîtarîzmê vebêje.

Endama Meclisa Neteweyî ya Guhertina li Misirê Shahenda Maklad dê pêvajoya tekoşînê vebêje. Dîsa ji Îranê akademîsyen Firouzeh Mohajer dê li ser herêma pevçûnê xebatên aştiyê vebêje. Shadi Sadr dê dîktarotiya Îranê û têkoşînaı jinê vebêje. Hunermenda Pakîstanî Sarah Husein dê bibe dengê têkoşîna jinê. Aktîvîsta Hindistanî Ranjana Kumarî dê li ser têkoşîna jinê raweste. Ji Libyayê li ser hiqûqa jinê profes Salwa El Daghili dê li ser edaleta berê û niha û makeqanûnê bi axive. Ji Fasê Hunermend Naima Zitan dê li ser qada aktîvîzmê niqaş bike.

Di roja dawî de jî dê li ser pêşeroja Jinên Rojhilata Navîn û têkoşîna hevpar a jinan bê niqaşkirin. Akademîsyena Îranî Minoo Moallem dê li ser modela rêxistinbûna navneteweyî mînakan bide. Endama Jinên Tunusî Salwa Ben Afia Giga û dê liser modelan û Endama Hewldana Jinê ya ji bo Aşityê Nukhet Sirman dê raweste. Sekretera Jinan a Giştî Ramzia Abbas El-Aryan jî dê li ser li ser modelên rexistinbûna jinên cîhanê biaxive.

Jinên ku ji 4 aliyên Kurdistanê jî tên dê têkoşîna jinê ya zayend û azadiyê li hemberî serdestan û hişmeniya zilam hem li herêmê û dervey herêmê vebêje.