2'mîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, ku di 22 û 24'ê Gulanê de li Hewlêrê bi slogana Pirr Rengî, Yek Dengî pêk hat, duh bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Komîteya Amadekar a konferansê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî biryar da, ku bi pêşengiya komîteyeke ji çar beşên Kurdistanê hewldan werin destpêkirin.
2'emîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a bi tevlîbûna 210 delege, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, parlementer û beşên cihê yên civakê di 22'yê Gulanê de li Hewlêrê dest pê kir, duh bi dawî bû. Di konferansê de beşeke ji delegeyan destnîşan kirin, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, bandora xwe li gelê Kurd û aştiya Kurdistanê dike û xwestin, li hemberî tecrîdê jî helwest were nîşandan. Ev pirsgirêka di nava delegeyên konferansê de derket, piştî hin hevdîtinan hate çareserkirin.
Encamnameya konferansê duh piştî civîna çapemeniyê hate aşkerekirin. Endama Parlemena Iraqê Nermîn Osman daxuyanî da çepemiyê û diyar kir, ku wê komîteyek ji jinên kurd, ji hemû beşên Kurdistanê bê avakirin û wiha got: "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi dawî bibe, wê hewldan werin destpêkirin.
Osman diyar kir, ku di vê mijarê de wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serok-Komarê Iraqê Celal Talabanî, nûnerên partiyên siyasî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê re hevdîtin pêk werin. Osman destnîşan kir, ku daxwazên wan ên ji bo azadiya Ocalan heq in û wiha axivî: Ji PKK, PJAK û KJB'ê gelek delege tevlî konferansê bûn û daxwazên wan ên ji bo azadiya Ocalan heq in. Em jî weke jinên Kurd van daxwazan mafdar dibînin. Di hemû konferans û kongreyan de daxwazên xwe yên bi vî rengî tînin ziman.. Ev daxwaz, tenê bi vê konferansê ne bi sînor e. Bi gelek delegeyan tevlî konferansê bûn, divê em rêzê ji van raman û daxwazên wan re nîşan bidin. Di danezana encamnameya konferansê de hate diyarkirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a neteweyî û pirsgirêka jinê, 25 mijarên cihê bi nêrîna jinê ji aliyê siyasî, civakî, aborî û zanistî de hatine nîqaşkirin.
Di danezana encamnameyê de hate destnîşankirin, ku konferansê ji bo pêşxistina diyaloga di navbera jinên Kurd de derfet afirandine û hate gotin: Konferansê ji bo di navbera jinên Kurd de bingeha têkoşîna vîna xweser û hêza jinê biafrîne, ji bo doza mafdar a gelê Kurd û ji bo xizmeta çareseriya pirsgirêka jinê bingehek danî.
Di encamnameya konferansê de av xal cih digirin:
* Weke hemû gelên li cîhanê divê gelê Kurd jî çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.
* Jinên Kurd li her devara Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîneke aktîf dimeşînin. Divê her parçeyekî Kurdistanê li gorî şert û mercên xwe yên siyasî, civakî û çandî modela xwe ya çareseriyê pêş bixe.
* Ji bo afirandina civakeke azad, wekhev û demokratîk divê hemû rêxistin, tevger û sazî yên têkoşîna azadiyê jinê bê navber pêşengiyê ji têkoşînê re bikin.
* Divê di tevlîbûna Konferansa Neteweyî ya Kurd de û komîteya amadekar a konferansê de jin bi rêjeya ji sedî 40 cîh bigirin.
* Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên Kurd û sazkirina mekanîzmayeke hevpar divê bername û projeyên rojane yên hevpar werin pêşxistin.
* Delegeyên konferansê ji bo azadiya girtiyên siyasî dixwazin her beşên civakê bi awayekî bê sînor têkoşînê bidin meşandin û ji bo aştiya Kurdistan û Rojhilata-Navîn vê yekê weke berpirsiyariyeke lezgîn dibînin.
* Konferans bêyî, ku li nêrînên cihê yên îdeolojîk binere, ji hemû şoreşgerên Têkoşîna Gelê Kurd re rêzê nîşan dide.
* Konferans hemû qirkirin, kuştin û zextên li her deverê li ser gelê Kurd weke sedema têkoşînê dinirxîne.