Di Şampiyona Fûtbolê ya Ewropayê ya ji aliyê Ûkrayna û Polonyayê ve tê amadekirin, li rastî çalakiyên balkêş ên koma FEMEN’an hat. Lê 3 endamên FEMEN’ê ji aliyê komek çekdar ve hatin revandin.
Li gorî îdîayan, beriya maça Ûkrayna û Franseyê, 3 endamên FEMEN’ê yên xwe ji çalakiyê re amade dikirin ji aliyê komek çekdar ve hatine revandin. Hat ragihandin ku endamên FEMEN’ê Alexandra Schechenko, Yana Zhdanova û Anna Bolshakova du êvarê demdjimêr di 16.00 de ji aliyê komek ji 15 kesan pêk hat ve hatin revandin û heta niha agahî ji wan nehatiye girtin.
FEME’ê, bûyera revandina endamên xwe şiband, bûyera Minskê ya ku careke din endamên wê hatibû revandin, wêne û jimarên telefonanên endamên xwe li her derê belav kirin.
Endamên FEMEN ên ku bi çalakiyên xwe yên balkêş li hemû cîhanê tên nasî, li dijî lidarxistina Şampiyona Euro 2012 ne. Jinên feminîst ên endamên FEMEN’ê li Warşova û Kîevê li dijî Euro 2012 çalakî li dar xistibûn.