Encamnameya II. Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd hat aşkerkirin. Lê ji ber ku di encamnameyê de balê nekişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî KJB, gelek rêxistin û delegeyên jinan ên ji Bakûr, Rojhilat, Rojava û Ewropayê ji salona konferansê derketin.
Encamnameya 2. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd hat aşkerakirin. Ji ber ku daxwaza gelek delegeyan a wekî “bila ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang bê kirin” nehat qebûlkirin, alozî derket. Gelek delegeyan, xwe ji konferansê vekişand.
Encamnameya 2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, a ku dirûşima “Pir Rengî, Yek Dengî ya Jinê Bo Yekîtiya Netewî” hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Beriya ku encamname bê aşkerakirin, delegeyên di komîteya amadekar de cih digirtin, derketin ser dikê û bi delegeyên beşdar re, sirûda Ey Raqîb xwendin. Encamnameya konferansa ku li Salona Saed Ebdilla ya Hewlêrê hate lidarxistin, bi zaravayên soranî û kurmancî hat aşkerakirin.
Di encamnameya ku ji aliyê komîteya amadekar a konferansê ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Wek her geleke din ê cîhanê, mafê kurdan ê diyarkirin çarenûsa xwe bê nasîn. Jinên kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li hemû aliyên Kurdistanê xebatên xwe berfireh bikin. Divê her beş li gor şertên xwe çareseriyê pêk bîne. Ji bo civakeke azad, saziyên jinan ên Kurdistanê, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê ji bo azadkirina girtiyên siyasî yên kurd hewl bê dayîn. Divê li hemberî hemû şoreşgerên doza tevahiya kurdan, rêz bê girtin. Divê kuştin û qirkirina hemwelatiyên kurd ku li her derê ne, bê şermezarkirin.”
Piştî aşkerakirina encamnameyê, gelek delegeyan xwest xala “bila ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang bê kirin” di encamnameyê de cih bigire. Ji ber ku biryara ‘bila ev xal li encamnameyê neyê zêdekirin” hat dayîn, gelek delege ji salonê derketin. Delegeyên ku tilîlandin, dirûşimên “Bijî Serok Apo” qêriyan. Li ser vê yekê, hevdîtinên bi saetan berdewam kir, bê encam man. Piştî hevdîtinan, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Li ser vê yekê, delegeyên di komîteya amadekar de, bêyî delegeyên ku xwe paşve kişandin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin ku konferans nehatiye boykotkirin û ev tişt hatin gotin: “Me xala wekî ‘Li ser navê jinên kurd, ji bo azadiya birêz Ocalan, Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê Kurdistana Federal Mesud Barzanî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re name bê şandin’ li encamnameyê zêde kir.”
Di sêyemîn roja Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî de encamname hat aşkerkirin. Ji ber ku di encamnameyê de bal nekişandin ser tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan, tevî KJB gelek rêxistin û delegeyên ji Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistan û Ewropayê ji konferansê vekişiyan. Piştî ku ev rêxistin ji konferansê vekişiyan, di salonê de dirûşima “Bijî Serok Apo” hat gotin û delegeyên di hindur de jî bi çepikan piştgirî dan delegeyên ji salonê derketin.