Hemû bersucên doza O.C. ya di 14 saliya xwe de li rastî tecawizê hat, serbest hatin berdan. Hate zanîn ku Serokê Baroya Sakaryayê parêzerê van bersucan e.
Di rûniştina doza O.C. ya li Sakaryayê pêk hat de, hemû bersuc hatine tehliyekirin û doz li çapemeniyê hate qedexekirin. Lê dê ne tenê biryara dadgehê bê, di heman demê de dê desteka walî û rayedarên bajêr dane bersucan jî dê bên gotûbêjkirin.
Endamên Komeleya Huqûqnasên Hemdem ku beşdarî doze bûn, dan zanîn ku ji bo Midûrê Emniyetê bireve, Waliyê Sakaryayê zemîn amade yekiriye û giliyê walî kirin.
Her wiha hate zanîn ku Serokê Baroya Sakaryayê Nîhat Nalbantoglû jî parêzeriya bersucan kir.