Di civîna jinên sosyalîst de banga yekitiya jinan

Di civîna jinên sosyalîst de banga yekitiya jinan

Jinên Sosyalîstên Enternasyonalîst ceribandinên li welatên xwe parve kirin. Ji Bosna Hersekê Nermîn Tutsunavîç diyar kir ku di dema şer de jin qet nayên dîtin lê piştî şeran yên ku herî zêde êşê dikişînin jin in. Mîge Lîna jî anî ziman ku jin herî zêde ji qedexekirina kurtajê tengezar in. Ji Platforma Ji bo Aştiyê Ji bo Ocalan Azadî Zubeyde Teker jî ji bo aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî navnîşan nîşan da. Ji Kamerunê Chartal Kambiwa jî got; "Heke em jin dest bidin hev dê çiyayan bihejînin."

Jinên Sosyalîstên Enternasyonalîst ên ji 26 welatên 4 parzemînan hatin Stenbolê di forma ji aliyê Cîgira Serokê Jinên Sosyalîstên Enternasyonalîst (SIW) Antîgonî Karalî-Dîmîtrîadî ve dihat rêvebirin de ceribandinên xwe parve kirin. Çend sernivîsên axaftinan wina ne:

Gulayî Şerafiya nûneriya PDK’ya Îranê dike diyar kir ku dema ku behsa jinên kurd dike nayê hizrên mirovan ka nijadperest in yan xwedî nêrîneke cihê ne. Jinên Kurd heterojen in. Şerafî da zanîn ku wan bi jinên Îranî re li hev civiyan e û pirsgirêkên xwe parve kirine û Şerafî got; "Ji ber ku em neteweya ne xwedî dewletekê ne pirsgirêkên me jinên kurd jî gelekî polîtîze bûye." Şerafî destnîşan kir ku dikarin li vê derê çalakiyekê bidin destpêkirin û wiha axivî: "Divê hevkariya diyalog û mûzakereyê bê kirin. Lê pirsa bingehîn ev e; ev mûzakere dê bi kî re û çawa bê kirin? Ji bo vê yekê ya gerî girîng pêvajo ye. Divê hin kes xwedî hêz bin. Divê mafê wî yê vetokirinê hebe. Lewma pêvajo gelekî girîng e. Divê gav bi gav qedeme bi qedee mûzakere bê meşandin. Hedefên vê hevdîtinê yên zelal û teqez hene? Divê em derkevin derveyî nirxandinan û çalakiyan pêk bînin."

'GELEK HEVALÊN ME GIRTÎ NE'

Endama Kongreya Demokratîk a Gelan Gulsum Agaoglu jî anî ziman ku armanca platforma aştiyê ya jinan aştî ye û got; "Ji ber ku gotina ku jin bibêjin heye jin ji bo aştiyê têdikoşin. Li vî welatî wekî mînaka; 'Her kurtajek Qilabanek e' her tişt li ser jinan tê pênasekirin. Gelek hevalên me yên endamên vê platformê niha girtî ne."

'DI NAVA DEWLETÊ DE RENGÊ JINÊ NÎNE'

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî bi bîr xist ku pergala dewletê pergala zilam e û anî ziman ku lewma di nava vê pergalê de cihgirtina jinan bê wate ye. Gokkan diyar kir ku dewlet ji derveyî bihêzkirina zilaman kêrî tiştekê nayê û got; "Jin di nava vê pergalê de ne rehet in. Dewleta jinan nîn e. Di nava dewleta heyî de jî rengê jinê nîn e. Lewma em wekî jin divê pergaleke cuda biafirînin."

Cîgira Seroka Herêma Latînê Mîge Lîna, jî diyar kir ku ew li ser erdnîgariya xwe gelekî zehmetiyan dijîn û da zanîn ku nemaze di mijara kurtajê de pirsgirêkên cidî dijîn. Lîna destnîşan kir ku li welatê xwe ji bo mafê kurtajê bidest bixin ketine nava hewldanan û got; "Em jin dibêjin ku hûn zilamên ku îxtîdara dewletê di destê xwe de digirin nikarin li ser bedenê me bibin xwedî gotinê, ew mafê we nîn e."

'BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E'

Endama Platforma Ji bo Aştiyê Ji bo Ocalan Azadî Zubeyde Teker jî wiha axivî: "Navê vê şer e. Ev şer jî bi tundiyê berdewam dike. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. 3 milyon mirovan got, 'Ocalan vîna min a siyasî ye.' Birêz Ocalan riya azadiya heqîqet û evînê ye. Divê demildest serbest bê berdan û mûzakere destpê bikin. Daxwaza me serbestberdana Ocalan e."

'DI ŞERAN DE BIRYARA JINAN TUNE'

Ji Bosna Hersekê Nermîn Tutsunavîç jî şerê li ser erdnîgariya wan pêş dikeve bibîr xist û da zanîn ku li wê derê jin nayên dîtin. Tutsunavîç got; "Bosna Hersek welateke ku pir çandî lê dijî ye. Jin derveyî vê pêvajoyê hatin hiştin. Di şeran de mafê biryardayîna jinan nîn e. Lê me piştî şer têkoşîna xwe berdewam kir."

Endama Kardelenê Mukaddes Alataş jî anî ziman ku ew jî di nava şert û mercên şer de dijîn û wiha axivî: "Dema ku me got, 'Em jin dê cîhanê biguherînin' der heqê me de doz hatin vekirin. Bifikirin em li welateke bi vî rengî dijîn. Her roj cenazeyeke tê. Êşa vê gelekî mezin e. BDP û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk bi feraseteke sosyalîst dixebitin. Em dixwazin hûn bi me re têkiliyeke rêhevaltî pêş bixînin."

Delegeya ji Saharaya Rojavayê hatiye jî anî ziman ku ev 50 sal in herêma wan ji aliyê Fasê ve hatiye dagirkirin û destnîşan kir ku wekî gel bi dîwarekê hatine parçekirin. Delege anî ziman ku ji 7 saliya xwe hetqa niha li weqfa stargehê de dijî û got; "Em destpêkê pirsgirêka ewlehiyê û piştre jî pirsgirêkên aborî dijîn. Jinên teşkîlatê jî em ziyaret nekirin."

Chantal Kambîwaya ji Kamerunê hatî jî anî ziman ku wekî sosyalîstên enternasyonalîst li gelek welatan tên temsîlkirin û wiha axivî: "Heke em jin dest bidin hev em ê çiyayan bihejînin. Ji destekê deng dernakeve. Jin hêza herî sereke ya aştiyê ne. Lewma girîng e ku jin piştgirî bidin hev."

Piştî ku encamnameya civînê bê aşkerakirin dê civîn bi dawî bibe.