Di encama çalakiya di 4’ê îlonê de ji aliyê gerîlayên jin ên YJA-Star ve li naveçya Şemizînanê ya Colemêrgê hat lidarxistin de leşkerek hat kuştin.
Navenda Çapemeniya YJA Star bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a di 4’ê Îlonê de leşkerek hatiye kuştin û ev agahî da:
“Di 4'ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê li Qereqola Giranayê li dijî nobedarên avahiya nû çêdike ji aliyê gerîlayên me yê YJA Star'ê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li diji herêma çalakiyê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “