Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka Aksan hate vegotin

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka Aksan hate vegotin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya heftane de aqûbeta Faruk Aksan yê ku di 11'ê kanuna 1994'an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate revandin û tu agahî jê nehatin girtin pirsîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 185'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. ÎHD, MEYA-DER, Amed Goç-Der, Dayîkên Aştiyê,Platforma Şaxên KESK'ê û gele xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê xwe axivî û diyar kir ku, hemû kesan hovîtiya li vî welatî hatî kirin dît û wiha got: "Herî dawî em bûn şahidê hovîtiya Dîlokê. Berî wê em bûn şahidê komkujiya Roboskî û komkujiyên din ên li Kurdistanê. Bi hezaran kesên sivîl hatin qetilkirin. Heke li welatekî azadî, maf, dad û hiqûq tunebe dê komkujiyên wisa bên jiyîn. Dewlet bi polîtîkayên înkar û îmhayê nêzî her tiştî dibe.

'HEKE NÛNERÊN VÎ GELÎ BÊN RENCÎDEKIRIN LI VÎ WELATÎ AŞTÎ PÊK NAYÊ'

Bîlîcî anî ziman ku, gelek caran ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin bang kirin û wiha axivî: "Hêj kiryar di nava me de digerin. Hêjî winda nehatin dîtin." Bîlîcî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya saleke zêdeye berdewam dike û wiha pêde çû: "Heke hûn nûnerên vî gelî dijber bikin û wisa nîşan bidin li vî welatî aştî pêk nayê."

'DEMA ÎFADEYÊ WÎ DIGIRTIN QRIZA DIL DERBAS KIR Û JIYANA XWE JI DEST DA'

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Faruk Aksan yê ku di 11'ê kanuna 1994'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dikanê bi zorê ji aliyê kesên sivîl ên biçek hate revandin hate pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoren diyar kir ku, kesên bûn şahidê bûyerê agahî dan bavê Faruk Aksan û bavê Aksan serî li Midûriyeta Polîsan ya Nisêbînê û Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê da lê tu encam bi dest nexistin. Înceoren diyar kir ku, hêzên dewletê yên ewlehî çav li "Şebekeya cînayetan" ya hîzbullahê ya ku li nava kolanan mirov kuştin û winda kirin girt û wiha axivî:

"Piştî karan bi rêxistinê xelas bû li tavahiya Tirkiyeyê li dijî hîzbullahê operayonê pêk anîn. Ji endamên rêxistinê yê Faruk Aksan revandin û windakirin Mehmet Salîh Golgen li dadgehê îfadeyên dayîn de got, 'Dema îfadeyan de Faruk Aksan qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Me cenazeyê wî li zeviyekî vala veşart.'Ji kesên Aksan windakirin yek jî Mehmet Akay 3 sal berê bi nasnameya sexte hate girtin û niha di girtîgehê de ye." Înceoren bilêv kir ku, li gel 18 sal bi ser windabûna Aksan de derbaz bûn hêj tu agahî jê negirtine. Înceoren destnîşan kir ku, dewlet weke bi hezaran windayan dizane ku Aksan li ku ye.

Piştî axaftina ji bo bîranîna Faruk Aksan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.