Di 10 mehan de 149 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Di 10 mehan de 149 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Meclîsên Jinan ên Sosyalîst ên ESP'ê dan xuyakirin ku di meha Cotmehê de 24 jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve bi çek û kêrê hatine qetilkirin. Di 10 mehên salê de herî kêm 149 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Meclîsên Jinan ên Sosyalîst ên ESP'ê rapora tundiya mêr a di meha Cotmehê de aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin ku tundiya mêr a li dijî jinê di meha Cotmehê de zêde bûye, di nava mehê de bi dehan jin ji ber tundiya mêr birîndar bûn, neçarî xwekuştinê hatine hiştin û jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat destnîşankirin ku zêdebûna komkujî, destavêtin û destdirêjiyê, gunehê dewleta ku jinê naparêze ye.

Di rapora ku ji nûçeyên çapemeniya neteweyî û herêmî hat amadekirin de hat ragihandin ku di meha Cotmehê de 24 jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve bi çek û kêrê ve hatine qetilkirin, keçeke 6 salî jî bi tivingê hatiye qetilkirin.

Li gorî raporê 3 jin di encama tundiya mêr de dawî li jiyana xwe anîne, 9 jin rastî destavêtin û destdirêjiyê hatine, 19 jin bi kêr, çek û tivingê hatine birîndarkirin.

Di 10 mehên sala 2013'an de ji ber tundiya mêr herî kêm 149 jinan jiyana xwe ji dest dan.

- Di meha Îlonê de yek jê bûka temen zarok 24 jin hatin qetilkirin, jinek bi kêrê birîndar bû, di encama birîndarkirinê de jinek ji aliyê mejî ve mir, 2 bûyerên xwekuşinê, îstîsmareke zayendî, hewldanek destavêtinê û 3 bûyerên destavêtinê rû dane.

- Di meha Tebaxê de 18 jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan, 9 jin bi kêr û çekan hatin birîndarkirin, 3 jin rastî destavêtinê hatin.

- Di meha Tîrmehê de, 17 jin hatin qetilkirin, 18 jin û zarokên keç rastî destavêtinê hatin.

- Di hema Hezîranê de 8 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin, bûkeke zarok neçarî xwe kuştinê hat hiştin, 7 jin rastî tundiya zayendî û fîzîkî rast hatin.

- Di meha Gulanê de 11 jin hatin qetilkirin, 10 jin rastî destavêtin û tundiyê hatin.

- Di meha Nîsanê de 12 jin hatin qetilkirin, 8 jin rastî destavêtin û tundiya mêr hatin.

- Di meha Adarê de 11 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin, yek neçarî xwekuştinê hat hiştin, 11 jin rastî destavêtin, destdirêjî û tundiyê hatin.

- Di meha Sibatê de 11 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin, 10 jin rastî tundiya zayendî û fîzîkî ya mêr hatin. 

- Di meha Çileyê de 13 jin hatin qetilkirin, 7 jin rastî destavêtinê hatin.