Di 10 mehan de 137 jin hatin qetilkirin

Di 10 mehan de 137 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên malpera nûçeyan Bianetê di meha cotmehê de mêran 10 jin qetil kiriye. ji serê sala 2012’an de bi giştî 137 jin hatin kuştin û 106 jin rastî tecawîzê hatine.

Li gorî nûçeyên ku Bianetê ji rojname, malperên nûçeyan û ajansan berhev kiriye mêran di meha cotmehê de 10 jin û şîrmij qetil kiriye; tecawîzê 16 jin û zarokek keçik kirine, 8 jin jî birîndar kirine.

Ji 10 kuştinan 6 ji aliyê hevser, destgirtî û hevserên wan yên berê pêk hatine. Jineke ku rastî tecawîzê hat kuştiye. 3 jinên piştî rastî tecawîzê hatin hatin kuştin. Jinan herî zêde ji hevserê xwe li rastî tundiyê hatin.

Du jinên hatin kuştin û 3 jinên bi giranî birîndar bûn berê serlêdana sûc kirine û li hevserên wan cezaya ji malê dûrxistin hatiye birîn.

MÊRÊ ÎŞKENCE KIR SERBEST HAT BERDAN!

Mêrê ku îşkence li hevsera xwe kir ji aliyê dozger ve serbest hat berdan û wenda bû. Di 10 mehên pêşî yên sala 2012’an de bi giştî 137 jin hatin kuştin, 106 rastî tecawîzê hatin, 195 rastî tundiyê hatin û 117 heb jî rastî tacîzê hatin.

Mêran di meha cotmehê li 9 bajaran 10 jin û şîrmij (bebek) kuşt. Mêrekî piştî kuştinê xwe xwe jî kuşt. Bajarên ku herî zêde jin lê hatin kuştin Edene, Antalya, Gîresun, Stenbol, Kastamonu, Kocaelî, Meletî, Osmaniye û Zonguldak bû.

Di cotmehê de jin herî zêde ji aliyê hevserê xwe ve hatin kuştin. Çar jin ji aliyê hevserê xwe, yek ji aliyê hevserê xwe yê berê, yek ji aliyê destgirtiyê û yek jî ji ber ku teklîfa bi hevrebûnê qebûl nekir hat kuştin. Têkiliya sê kuştinan jinan jî bi tecawîzê re hebû.

Ji jinên ku ji aliyê hevserê xwe ve hatin kuştin du heban berê serlêdana sûc kirine, der barê hevserê wan de biryara ji malê dûrxistin hatiye dayîn. Temenê mêrên ku jin kuştin di navbera 19-75 û jinên ku hatin kuştin jî di navbera 29 û 75’an de ne.

DI MEHEKÊ DE 16 JIN RASTÎ TECAWÎZÊ HATIN

Di meha cotmehê de li 10 bajaran 16 jin û keçikek rastî tecawîzê hat. Jinekê piştî tecawîzê xwe kuşt. Bûyerên tecawîzê herî zêde li Stenbolê pêk hat. Herwiha li bajarên Afyon, Aksaray, Ankara, Antalya (2), Aydin (2), Bursa (2), Erzirom, Stenbol (4), Nevşehîr û Uşak tecawîz qewimîn.

Jin herî zêde ji aliyê kesên ku nas nedikirin ve rastî tecwaîzê hatin. 6 jin ji aliyê kesên nas nedikirin ve, du heb ji aliyê cîranê xwe ve, 3 heb ji aliyê hevalên xwe ve, yek ji aliyê destgirtiyê xwe yê berê ve, yek ji aliyê mamosteyê xwe ve û yek jî aliyê kesê ku dê pêre bizewiciya ve.

Tecawiz herî zêde li malê pêk hat. 7 jin û keçik li mala xwe, 4 heb piştî hatin revandin û 5 heb jî li kolanê. 7 mêr ji ber tecawîzê hatin girtin û 5 heb jî bêyî bê girtin tên darizandin.

JINAN DÎSA JI HEVSERÊN XWE TUNDÎ DÎTIN

Di cotmehê de li 7 bjaran 8 jin hatin birîndarkirin. Jinan dîsa herî zêde ji hevserên xwe tundî dîtin. 7 jinan ji hevserê xwe, yekê ji birayê xwe tundiyê dît. 3 mêran li jinan xist, 2 heban dan ber kêran, yekî bi çekê, yekî bi texte û yekî jî îşkence tundiyê pêk anîn.

3 jinan piştî şîdetê serlêdana sûc kiriye, der barê mêran de biryara ji malê dûrxistin hat dayin. Ji bo jinekê jî biryara ji dûr ve parastin hatinbû girtin. Di meha cotmehê de di encama şîdetê de 5 jin rakirin nexweşxaneyê, 4 mêr hatin girtin.

TUNDÎ HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ YE

Di meha cotmehê de li 22 bajaran 36 bûyerên tundiyê, kuştin, tacîz, tecawîz û birîndarî pêk hat. Herî zêde tundî û dijwarî li herêma Marmarayê çêbû. 10 ji vana li herêma Derya Spî pêk hat. 11 li Marmara, 9 li Derya Spî, 7 li Egeyê, 4 li Anatolyaya Navîn, 3 Derya Reş, 2 li bajarên kurdan. Herî zêde jî li Stenbolê pêk hat.