Dewletê bav û zarokatiya wê jê stend

Dewletê bav û zarokatiya wê jê stend

Dema bavê wê bi guleyên polîs û leşkeran hat qetilkirin hê 12 salî bû. Travmaya dema derî vekir û bavê wê ket nav destên wê bi salan jiya.

Terora polîs û leşkeran û polîtîka dewletê ya bi salan li hember gelê Kurd, dibe sedem ku ciwanên Kurd tevlî nav refên gerîlayan bibin.

Yek ji wan jî Hejar Gever e, dema 12 salî bû kêliya ku bavê wê bi guleya polîs û leşkeran hat qetilkirin û ket nav destê wê vegot. Gever anî ziman ku di zarokatiya xwe de rûye herî bêrehm ê dewletê nas kiriye û wiha got, “Dijmin bavê min û zarokatiya min ji min stend. Ez hê zarok bûm. Min tiştek fêm nedikir. Piştî min bavê xwe winda kir ez bi salan nehatim ser hişê xwe. Qetilkirina bavê min ji aliyê dijmin ve berê min da çiyayan.”

DAYÊ ZÛ WERE BAVÊ MIN QETILKIRIN!

Hejar Gever, di sala 1996’an de li navçeya Gever a Colemêrgê hat dinyayê. Dema bavê wê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin xwendekara dibistana navîn a pola yekê bû. Gever anî ziman ku ji ber rewşa wan a aborî ne baş bû bavê wê li Şemzînanê dixebitî û salê 3-4 caran dihat malê.

Gever a vegeriya wan rojan wiha axivî:

"Newroza 2008’an bû gel ji bo pîrozbahiyan kom bibû. Polîs û jendermeyan li ber deriyê me gule li gel reşandin. Bavê min jî wê kêliyê li me geriya got ku wê bê malê. Me jêre got bûyer derketine lewma bila neyê. Lê belê anî ziman ku dibe ku careke din firsend tune be û lewma dixwaze niha bê. Piştî saetekê telefon vekir, dema ez çûm derî vekim leşkeran gule reşandin bavê min ket nava destê min. Min nizanîbû ez çi bikim. Hema min ji dayika xwe re got, 'Dayê zû were li bavê min dan.'

EZ NEÇÛM WÊ DIBISTANA KU KESÊN BAVÊ MIN QETILKIRIN WEK LEHENG TÊN VEGOTIN

Gever got ku piştî bavê wê hat gulebarankirin leşker û polîsan nehiştin bibin nexweşxaneyê û paşê li ser mudaxeleya cîranan bavê xwe birine nexweşxaneyê, lê belê di rê de jiyana xwe ji dest daye. Gever got, “Ez bi rojan ji malê derneketim. Min nexwest ez biçim dibistana ku kesên bavê min qetil kirine wek leheng tên vegotin.”

Gever, diyar kir ku ji ber doz vekirin her roj polîs dihatin gef li wan dixwarin da ku dest ji dozê berdin, lewma tehemulî zextan êdî nekiriye û berê xwe daye çiyayan. Gever axaftina xwe wiha domand, “Ji bo ez hesab ji tiştên hatine serê gelê Kurd bipirsim û tiştên min jiyane kesek din nejî tevlî bûm”