"Dewlet kesên dest di avêje zarokên Kurdan, diparêze"

"Dewlet kesên dest di avêje zarokên Kurdan, diparêze"

Hevparên DOKH'ê yên Dêrsimê ji bo serbestberdana 8 leşkerên ku 2 sal berê dest avêtin zaroka 16 salî E.A. şermezar bikin çalaki pêk anîn. Di çalakiyê de ji hukûmetê hat xwestin ku êdî bedena jinê weke amûrê bikar nîne. 

Aktîvîstên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ya Dêrsimê, bi boneya destavêtina 2 sal berê li dijî zaroka 14 salî E.A. ku niha bûye 16 salî şermezar bikin û bixwazin 8 leşkerên ku 4 ji wan çawîşê pisporin bên girtin û cezakirin çalakî pêk anîn. Jinên ku li kolan hunerê kom bûn, bi girseyi daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Şaredara Dêrsimê Edibe Şahîn, Aktîvistên Dayikên Aştiyê, Rêveberên BDP'e xebatkarên Navenda Piştevaniya Jinê ya Jiyanê ya Dêrsimê nûnerên HDP, EMEP KESK û gelek kesên din amade bûn. Bi sedan jinên ku tev li çalakiyê bûn bi kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Jinan pankart û dowîzên "Edî bes e", "Êndî beso" bilind kirin û siloganên "Jin jiyan azadî", "Em dewleta teciwazkar naxwazin", "Dewleta tecawizkar ji Kurdistanê biceheme", "Artêşa tecawizkar ji Kurdistanê biceheme", "Bila leşerên tecawizkar bên darizandin" û "Leşkerên tecawizkar dê hesap bidin" berz kirin. Li ser navê jinan Civaknasa Navenda Piştevaniya Jinê ya Jiyanê ya Dêrsimê Ozlem Uç daxuyanî xwend. 

Uç anî ziman ku feraseta dadgeha der barê N.Ç.ya 13 salî de biryar da û dadgeha der barê E.A.ya 16 sali de biryar da heman feraset e. Uç xwest biryara veşartî ya li ser dosyayê bê rakirin û naveroka dosyayê ji raya giştî re bê eşkerekirin. Uç xwest der barê destavêtin û destdirêjiyê de zagon jinûve bên amadekirin û mafê jinê bê parastin u sûcdar bê cezakirin. Uç, destnîşan kir ku li şûna dewlet bersûc ceza bike xelat dike û ew dê wekî jinên Dêrsimê heta dawî vê dozê bişopînin û wiha got: "Dewlet kesên tecawizî zarokên kurdan dike diparêze. Li dijî kurdan êrîşên faşîzan sor dike. Hezên faşîst ku li dijî kurdan hemû êrîşan pêk tîne dizane ku dê sûcê wan bê ceza bibîne. Îro li Çorûmê êrîşî karkerên kurd kirin û kurdek qetilkirin û 2 kurd birîndar kirin. Lê em li hemberî polîtîkayên ku tecawizî zarokên kurdan dikin bêdeng namînin û divê hesap bidin."