Dewlet êrîşê tîne ser destkeftiyên jinan

Endama Mor Dayanişma Derya Çîçek got, dewlet êrîşê dibe ser destkeftiyên bi têkoşîna bi slan û mînak da ku hevseroktî sûc tê dîtin.

Endama Mor Daynişma (Hevgirtina Xemrî) Derya Çîçek got hişmendiya ku duh wekîlên jin kirî girtîgehê niha jî ji ber hevseroktiyê qeyûm tîne û got, ‘’Qeyûm tê maneya êrîşa li ser hemû destkeftiyên jinan.’’

Çîçek diyar kir dema sûcên li ser jinan qanûnên berdest jî nayên xebitandin û got, êdî jin nema dikarin vê ragirin, ne li benda qewlan in, ew dixwazin mîsogeriyê dixwazin û dixwazin mafên ku bi dest ve anîne biparêzin.

Çîçek bi bîr xist tenê Tebaxê 49 jin hatine kuştin, ev kambax e û got, ‘’Her ku em dixwazin balê bikişînin ser kuştina jinan, bînin rojevê, dadgehan biryarên wiha  dan, ku ev kuştin zêdetir bibin. Mînak kêmkirina cezayên sûcên li bara jinan û bêcezakirinê.’’

Çîçek bi domdarî got jin her ku zêdetir bi mafên xwe dihisin û bi rêyên hiqûqî dikevin pey vê zêdetir dibin hedef û got, ‘’Her çi dibe bila bibe divê em li maf û destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Me Mor Dayanişma xwest ku Peyma Stenbolê bi biryararî û zû sazkar bibe.’’

ÊRÎŞA MEZIN DEWLET TÎNE

Çîçek her wiha dema ku wan xwest ku li kargehan zêdetir kreş werin avakirin krêşên heyî jî hatin girtin, dewletê bi destê xwe asteng kir ku jin neçin qadên kar, bal kişande ser hijmara mêrên li Meclîsa Tirk û got, ‘’jixwe em dibinin ku biryardar û qanûnçêker ew in. Weke ku ev ne bes be siyasetmedarên jin ku bi kedeke mezin me kirine nûnerên xwe jî dixin girtîgehan.’’

Çîçek bal kişande ser êrîşa li ser hevseroktiyê û got,’’Ji bo hevseroktiyê ku bi qeyûman bû hedef jî eynî tişt e. Hişmendiya ku duh wekîlên jin kirî girtîgehê niha jî ji ber hevseroktiyê qeyûm tîne. Dikarim vê bi rehetî bibêjim; qeyûm êrîşa li ser hemû destkefiyên jinan, li ser saziyên jinan û xebatên jinan e.’’

TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Çîçek herî dawî wiha got: ‘’Em ê ti destkeftiyên xwe bi dest desteserkaran ve nehêlin. Heta ku em destkeftiyên xwe dîsa bi dest ve bînin û li ser zêde bikin wê têkoşîna me bidome.’’