Di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de Hevseroka BDP’ya navçeya Beyoglûya Stenbolê Fatma Dîkmen hate girtin û nêzî salekê ye di girtîgehê de. Pereyê wê jî weke wê hate girtin!
Polîsên Tirk di 4’ê cotmeha 2011 de bi ser mala Dîkmenê de girtin û Fatma Dîkmen binçav kirin. Polîsan dest danî ser 12 hezar dolar û 5 hezar euroyê ku ev bi salane malbata Dîkmen dixebite û ji bo xwe berhev kiriye. Li gel girtina pere malbat mexdûr ma.
PEREYÊ FATMA DÎKMENÊ JÎ REHÎN E
15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara girtina Fatma Dîkmen û pereyê wê daye! Her çendî Dîkmen gelek caran ji bo pere rasdestê malbatê were kirin, serî li dadgehê dane, lê di her carekê de daxwaza wan hatine redkirin. Bi kurtî heta Fatma Dîkmen girtî be, dê pereyê wê jî rehîn bê girtin.
MALBATA MIN JÎ MEXDÛR KIRIN
Fatma Dîkmen da zanîn ku endamên malbatê bi salan xebitîn û vî pereyî berhev kirin û diyar kir ku piştî ew û birayê xwe hatin girtin, malbata wan di şert û mercên dijwar ên aboriyê de dijîn. Dîkmen got; “Niha dest û lingê me girêdane, ji ber wê jî hemû barê xwedîkirina malê û xwendina xwîşk û birayên me ketine ser milê dayîk û bavê me. Me ji bo radestkirina pere bi dehan car daxwazname nivîsand. Lê di her carekê de bê ku bersivê bidin daxwaza me, red dikin. Nabêjin çima wî pereyî girtine. Ez nizanin dê pereyê min jî bi min re weke rehîn bigirin gelo?”