Dermankirina Zeynep Celaliyan tê astengkirin

Saziya Efûyê ya Navneteweyî di 15’ê Hezîranê de li ser rewşa Zeynep Celaliyan daxuyaniyeke nivîsî weşand û diyar kir ku dermannekirina Celaliyan tê wateya êşkenceyê.

Saziya Efûyê ya Navneteweyî di 15’ê Hezîranê de li ser rewşa Zeynep Celaliyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dermannekirina Celaliyan tê wateya êşkenceyê.

Di daxuyaniya Saziya Efûyê ya Navneteweyî de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ji bo ku Zeynep Celaliyan neçe saziya tendirustiyê û nexweşxaneyê rayedarên Îranê astengiyan çêdikin û êşkenceyê dikin. Zeynep Celaliyan di zindana Xoyê ya Ûrmiyeyê de ye û rewşa wê ya tendirustî ber bi xerabiyê ve diçe. Celaliyan nexweşiyên wê yên giran hene û destûr nayê dayîn ku were dermankirin. Xebatkarên tendirustiya zindana Xoyê diyar kirine ku, ji bo îltîhaba giran a di dev û diranê wê de divê sewqî nexweşxaneyeke derveyî girtîgehê were kirin lê rêveberiya girtîgehê ev daxwaz red kirine.”

Di serê vê mehê de Zeynep Celaliyan nameyek şandibû.  Celaliyan diyar kiribû ku ew 11 sal in di girtîgehê de ye û gotibû ku, “Ez mecbûr im li hemberî van êşan tehemul bikim. Ji ber ku ez girtiyeke siyasî me, tu mafên min bi cih nayê û ez ji êşên xwe re dibim derman. Ligel ku rêveberiyê ez nebirime ser bijîşkan jî, li ser medyaya xwe diyar dikin ku wan ez birime ser bijîşkan.”