Derketina jinan a derve hat qedexekirin
Derketina jinan a derve hat qedexekirin
Derketina jinan a derve hat qedexekirin
Li eyaleta Hayber Pahtunhva Pakistanê jinên ku zilamek ne ligel wan be, derketina wan a derve hat qedexekirin. Hinceta qedexeyê jî ew e ku qaşo ‘jin bala zilaman dikişînin ser xwe.’
Li eyaleta Hayber Pahtunhva ku dikeve bakûrê rojavayê Pakistanê meleyan jinên ku zilamek ne ligel wan be, derketina wan a derve qedexe kirin. Hinceta qedexeyê ew e ku qaşo di Remezanê de jin bala zilaman dikişînin ser xwe. Ev biryar di mizgefteke li herêmê de ji aliyê zilamên oldar û serokên eşîretan ve tê girtin. Piştî biryar tê girtin, di hoparlorên mizgeftan de ji gel re tê ragihandin.
Mevlana Mîrzakîm ku zilamek oldar e diyar kir ku jinên ligel wan zilam tune bin, derketina wan a derve hatiye qedexekirin û wiha got: “Jin bêedebiyê dikin û di Remezanê de bala zilaman dikişînin ser xwe. Ji ber vê yekê rojiya wan dişke. Jinên ku bi tena serê xwe derkevin derve em ê wan teslîmî polîsan bikin.” Piştî Remezanê ne diyar e ku dê ev biryar rabe yan na.
Li vê herêma Pakistanê her ku diçe paşverûtiyên wiha pêş dikevin. Di van salên dawî de li herêmê bi hezaran jin di bin navê namûsa malbata xwe qirêj kiriye de hatine qetilkirin. Ligel ku ev yek li pêş çavên cîhanê tê kirin jî kesek dengê xwe dernaxe.