Derket holê ku Firdevs Babat hatiye êşkencekirin û piştre hatiye qetilkirin
Di encama rapora otopsiya Fîrdevs Babat a ku cenazeya wê li navçeya Qilaban a Şirnexê hat dîtin, derket holê ku Babat hatiye êşkencekirin û piştre hatiye qetilkirin.
Di encama rapora otopsiya Fîrdevs Babat a ku cenazeya wê li navçeya Qilaban a Şirnexê hat dîtin, derket holê ku Babat hatiye êşkencekirin û piştre hatiye qetilkirin.
Li navçeya Qileban a Şirnexê jina ciwan Fîrdevs Babat a ku du rojan winda bû û di encama lêgerîna hat kirin de di çemê Hêzil de qetilkirî duh hate dîtin. Derbarê bûyerê de Sadî Babat, Ramazan Babat û Ahmet Babat wekî gûmanbar hatibûn destgîrkirin.
Sadî Babat û Ramazan Babat piştî îfadeyên xwe serbest hatin berdan û Ahmet Babat di îfadeya xwe ya dozgeriyê de piştî îtîrafkirina sûcê xwe hate girtin.
Li gorî nûçeya JinNews’ê piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Fîrdevs ji bo bê otopsîkirin di serî de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û ji wê jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Di enacama rapora otopsîya ku hat kirin de derket, holê ku Firdevs Babat bi êşkenceyê hatiye qetilkirin. Li ser laşê Firdevs şopên derpkirinê, kêr û guleyên çekê hate dîtin. Li aliyê din li ser stuyê Firdevs jî şopên werîs hatin dîtin. Her wiha derket holê ku tîpa A bi kêrê li pişta Fîrdevs hatiye xêzkirin û bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.
Di derbarê bûyerê de Baroya Şirnexê jî daxuyanî da. Baroyê diyar kir ku kesê êşkence li Fîrdevs kiriye sûcê xwe înkar kiriye. Navenda Jinan a Baroya Şirnexê jî diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin.
Her wiha hat îdîakirin ku kesê bi navê Ramazan Babat tecawizî zarokekê kiriye û ji bo ku ser sûcê xwe bigire 200 hezar TL daye.