Der heqê komkujiya Parîsê de çalakiya 'em ronahiyê dixwazin'

Der heqê komkujiya Parîsê de çalakiya 'em ronahiyê dixwazin'

Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên 9'ê Çileyê li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, mîna her Çarşemê îro jî bi dirûşma "Bêdengiya xwe ji hevkariya we tê" meş hat lidarxistin.

Çalakî saet di 14:00 de li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê destpê kir û bêdengiya 315 rojan a rayedarên Fransî, bi dengê ji def, zengil û şûşeyên plastîk hat protestokirin.

Çalakger bi pankarta bi nivîsa "Ev 315 roj in em dixwazin komkujî û rastiya wê bê ronîkirin" heta ber avahiya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ku komkujî lê hat kirin, meşiyan. Çalakgeran wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin.

Çalakgeran bi dirûşma "Em ronahiyê dixwazin" xwestin komkujî bi her alî ve were ronîkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber Navenda Enformasyonê, axaftin hati kirin. Di axaftinan de bang hat kirin ku di 23'ê Mijdarê de li Meydana Montparnasse saet di 14:00 de beşdarî li meşa "Na ji tundiya li hemberî jinê" bê kirin.