Têkoşîna Prof. Adalet Adali ya ku di sala 2001’ê de li Zanîngeha Stenbolê di dema bûyerên qewimîn de gaza îsotê avêtibûn rûyê wê, didome. Polîsê ku gaza îsotê avêt rûyê Adali, pêşî bereat kir û piştre jî ji ber demboriyê darizandina wî hate rawestandin û niha dozê dibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.
Di 30’ê cotmeha 2001’ê de prof Adalet Aladı dema ji dersa Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê derket li korîdorê, Cigirê midûrê Şaxa Hêzên Çevîk Mahîr Guney ji navbereke kêm gaza îsotê avêt rûyê wê. Mahîr Guney di îfadeya xwe ya pêşî de îtîraf kir ku gaza îsotê bikaraniye lê got wî nizanibû mamoste Adalibû. Lê Guney di îfadeya xwe ya duyemîn de îdia kir ku wî gaza îsotê bikarneaniye.
Der barê vê mijarê de pêşî destûr ji bo lêpirsînê nehat dayîn. Lê bi biryara Dadgeha Îdarî ya Herêmê re lêpirsîn hate destpêkirin. Bûyer birin dadgehê û di sala 2006’an de Guney bereat kir. Ligel ku dadgeha bilind ev doz xera kir jî vê carê doz kete demboriyê.
Alada ku ji rojnameya Radîkalê re axivî diyar kir ku baweriya wê ji bo edeletê qediyaye û wiha got: “Li Cihekî girtî li ber çavên xwendekera goza îsotê avêt çavên min. Ev bi zanebûn hatiye kirin. Piştre min zanî ku wî kesî dibin midûriyeta polîsan a navçeyê. Meha borî Çayan Bîrben bi gaza îsotê mir. Berê li Hopayê jî kesek mir. Ger ku di doza me de polîs 10 sal ceza bigirta, dê evqas kes nemirana. Her tişt bê encam dimîne. Edalet tune dibe. “
Her wiha polîsê ku gaza îsotê avêtibû yê Alada di sala 1994’an de jî îşkence li zarokekî 13 salî kiribû û rastî salek cezayê girtîgehê û 3 mehan jî peywirê hatibû girtin. Ev cezayê Guney hatibû paşvexistin.