DEM Partî: Rewşa Sirri Sureyya Onder stabîl e
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder agahiyên dawî parve kir û daxuyand ku rewşa Onder stabîl e û serdanên li nexweşxaneyê dewam dikin.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder agahiyên dawî parve kir û daxuyand ku rewşa Onder stabîl e û serdanên li nexweşxaneyê dewam dikin.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê derbarê Sirri Sureyya Onder ê ku ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û dermankirina wî li nexweşxaneyê dewam dike de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de derbarê rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder de wiha hat gotin, "Li gor agahiyên bijîşkên wî dane, rewşa Onder stabîl e û dermankirina wî dewam dike."
Daxuyanî wiha berdewam kir: "Di vê navberê de çûn û hatinên ji bo serdanê dewam dike. Endama Şandeya me ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Berdevka partiya me Ayşegul Dogan, Serokwekîlên Koma me Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, parlamenter û rêveberên me li nexweşxaneyê ne.
Duh piştî nîvro û îro hejmareke zêde ji şandeyên siyasî, kesayetên girîng û nûnerên rêxistinên sivîl serdana nexweşxaneyê kirin. Duh êvarê Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî ya berê Derya Yanik û gelek kesên din hatin nexweşxaneyê.
Dayikên Şemiyê (berê jî Dayikên Aştiyê serdan kiribûn), Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Yalçin Karatepe, Wezîrê Çandiniyê yê berê Mehdî Eker, şandeya Partiya Saadetê, hunermendên wekî Yavuz Bîngol û Oktay Kaynarca û gelek parlementer hatin nexweşxaneyê. Her wiha Cemîl Çîçek bi telefonê li rêveberên partiya me geriya û der barê rewşê de agahî girt.
Partiya me bi armanca kêmkirina serdanên li nexweşxaneyê, li rêxistinên me yên bajar û navçeyan dest bi qebûlkirina serdanan kirin. Bi hezaran kes serdana rêxistinên me yên bajar û navçeyan dikin û şîfaya lezgîn dixwazin.