Delegeyên Jin di rêya Amedê de ne
Delegeyên Jin di rêya Amedê de ne
Delegeyên Jin di rêya Amedê de ne
Delegeyên Jin ên ji bo beştarî 1'emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bibin ji Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê ber bi Amedê ve birê ketin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) di navbera 31'ê Gulanê û 2'ê Hezîranê de Konferasa Jinan a Rojhilata Navîn pêk tînin. Jinan diyar kir ku ew vê konfaransê diyari Sakine, Leyla û Fidanê dikin. Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi salan in dibêjin "Jin jiyan azadî" bi boneya jiyanek azad ava bikin têkoşînê didin. Jin diwazin ji bo jiyanek azad qadên azad û xweser ava bikin. Jinên ku beştarî Konferansa Rojhilata Navîn a Jinan bibin ber bi Amedê ve bi rê ketin. Kinên ji Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê tev li konferansê bibin ji Hewlerê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Heyeta ku ji 35 deleeyan pêk tên û nûneriya gelek bawerî, reng û bîrdoziyan dikin ber bi Ametê ve ketin rê.