Dayîkên Şemiyê ku her Şemî li Qada Galatasarayê ji bo lêgerîna edaletê çalakiyan pêk tînin. Vê hefteyê jî lêgerîna xwe berdewam kirin. Di çalakiya îro de malbata Hasan Gulunay anî ziman ku, bi terfîkirina Midûrê Polîsan Sedat Selim Ay rê li pêşiya sûcên din vekiriye û kesên Ay terfî kirine şirîkên sûcin.
Dayîkên Şemiyê di hefteya 383'an de dîsa bi dirûşmeya "Kiryar diyarin, winda li kune" li Qada Galatasarê kom bûn û lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Dayîkan di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyarin, winda li kune" vekir û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hilgirtin. Dîsa wekî sembolê qurnefil hilgirtin û çalakiya xwe berdewam kirin. Balkêş bû dema Dayîkan çalakiya xwe pêk anîn, polîsan derdora Dayîkan pêça û barîkat danîn.
Dayîkan peywirdarkirina Sedat Selim Ay şermezar kir. Dayîkan di çalakiyê de peywirdarkirina Sedat Selîm Ay yê ku di sala 1992'an de Hasan Gulunay di bin çavan de bi îşkence û tecawizê kuşt şermezar kir. Parêzera Gulunay Gulseren Yolerî anî ziman ku, terfîkirina Ay parastina sûce û kesên Ay terfî kirine jî bûne şirîkê sûc. Xizmê Gulunay Zeki Egîl ani ziman ku, zarok berê ji bo şîr digiriyan, lê niha ji bo bavên xwe yên winda digirîn.
Birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn anî ziman ku, birayê wî 17 sal berê winda bû û ligel navê kujer û sucdaran da jî li şûna bên cezakirin, dijberî vê yekê hatine xelatkirin