Dayîkên Şemiyê: Erdogan îro jî me dikuje

Dayîkên Şemiyê: Erdogan îro jî me dikuje

Dayîkên Şemiyê yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çalakiya xwe de gotin, "Em hestiyên xwe dixwazin" Di çalakiyê de Hatîce Ozdemîr ya ku di salên 90'an de 2 biryarên xwe winda kirin wiha got: "Birayên min endamên JÎTEM'ê qetilkirin, îro jî Erdogan me qetildike. Em wina tu tiştên neheq naxwazin. Em tenê mafê xwe yanî hestiyên xwe dixwazin."

Dayîkên Şemiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ber Lîseya Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 90'an de hatin windakirin hatin hilgirtin. Gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn û di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hasan Esenboga û Bahrî Esenboga yên di salên 90'an de hatin windakirn hate vegotin.

'EM HESTIYÊN XWE DIXWAZIN'

Di çalakiyê de Hatîce Ozdemîr çîroka birayên xwe Hasan û Bahrî Esenboga vegot. Ozdemîr, diyar kir ku di sala 1994'an de Hasan ji aliyê Serheng Cemal Temîzoz û yekîneya wî ve ji malê hate girtin û piştî qetilkirin li Hezexê avêtin eraziyekî. Ozdemîr, anî ziman ku piştî Hasan hate kuştin 8 roj şûnda cenaze ji aliyê gundiyan ve hate dîtin û li ser cenazeyê Hasan şopa gelek guleyan hebû.

Ozdemîr, da zanîn ku di heman salê de birayê wê yê din Bahrî yê ku sewalkarî dikir, dema ku ji bo yem bikire ji malê derket êdî careke din tu agahî ji wî negirtin. Ozdemîr, bilêv kir ku heta niha tu agahî ji birayê xwe negirtin û wiha got: "Birayên min endamên JÎTEM'ê ve hate qetilkirin, îro jî Erdogan me qetil dike. Em tu tiştên neheq ji wan naxwazin. Em hestiyên xwe dixwazin."

Endamên Dayîkên Şemiyê jî diyar kirin ku heta ew hestiyên zarokên xwe peyda dikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.