Dayîkên Şemiyê: Em natirsin, hûn ji me bitirsin

Dayîkên Şemiyê: Em natirsin, hûn ji me bitirsin

Dayîkên Şemiyê çalakiya "Kiryar diyarin winda li ku ne" di hefteya 375'an de li Qada Galatasaraye berdewam kirin. Li ser navê Dayîkên Şemiyê Ayşe Ocak, bertek nîşanî rayedarên dewletê da û wiha got :"Bila Midûriyeta Polîsan, kontrgerilla leşker û maşikên wan bila baş zanibin ku kesên zarokên xwe hevjinên xwe, dayîk û bavê xwe winda kirine êdî natirsin. Divê hûn ji me bitirsin. Ji ber ku em li pey we ne."

Dayîkên Aştiyê yên li Qada Galatasarayê her hefte çalakiya "Kirhyar diyarin winda li ku ne" pêk tînin, îro jî di hefteya 375'an de li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Dayîkan li ser pankarta reş "Kiryar diyarin winda li ku ne" nivîsandin û wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin bicih kirin. Dayîkan vê hefteyê jî qurnefil ji destê xwe nexistin. Di çalakiya vê hefteyê de birayê Cemil Kirbayir Mikail Kîrbayir û birayê Hasan Ocak axaftin kirin. Kirbayir û Ocak, di axaftinên xwe de xwestin ku hesap ji kujeran bê pirsîn û edalet cihê xwe bibîne.

‘EM NATIRSIN BILA KUJER JI ME BITIRSIN’

Pişt re li ser navê Dayîkên Aştiyê Ayşe Ocak, anî ziman ku 17 salin ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin her hefte li heman qadê çalakiyan pêk tînin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Ocak, da zanîn ku ji bo bêjin 'em dê hesap ji we bipirsin" hefteya borî xwestin Girtîgeha Yenîpazarê ya Aydinê ku Midûrê Polîsan yê Stenbolê yê berê Mehmet Agar lê girtî ye ziyaret bikin, lê ji aliyê komek nijadperest yên bi alên tirk û copan em hatin pêşwazîkirin. Ocak, da zanîn ku welatiyên herêmê anîn ziman ku, parazvanên Mehmet Agar jî di nava koma êrdişkar de cih digirtin û wiha got: "Ev yek di bin venêrtî û agahiya Midûrê Polîsan yê Aydinê de pêk hat. Lê bila kujer baş zanibin ku me dayîk, xwişk, bira, zarok û xizmên xwe di vê rêyê de dan em netirsiyan. Ji niha û şûnde jî em natirsin. Em dibêjin bila kujer ji me bitirsin û dê her tim destê me di qirika wan de be."

'ME KEFENÊ TIRSÊ ÇIRAND HÛN JI ME BITIRSIN'

Ocak, destnîşan kir ku ew tu carî netirsiyane û dê netirsin wiha got :"Bila Midûriyeta Polîsan, kontrgerilla leşker û maşikên wan bila baş zanibin ku kesên zarokên xwe hevserên xwe û dayîk û bavê xwe winda kirine êdî natirsin. Divê hûn ji me bitirsin. Ji ber ku em li pey we ne."