Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe di hefteya 384'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayîkan di vê çalakiyê de çîroka Abdurrahîm Demîr yê di sala 1995'an de hate windakirin vegotin. Dayîkan bal kişand ser geşedanên li Şemzinanê û diyar kirin ku ew dîsa li salên borî vedigerin.
Dayîkên Şemiyê di hefteya 384'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayîkan di çalakiya vê hefteyê de çîroka Abdurrahîm Demîr ê di tebaxa 1995'a de dema ji bo biçe çem xizmên xwe yên Edeneyê ji otobusê hate daxistin û windakirin vegot.
Destpêkê Dayîka Murat Yildiz yê di sala 1995'an de hate windakirin Hanife Yildiz mafê axaftinê girt û wiha got: "Hikûmet binpêkirina mafan ya li welatên din şermezar dike. Lê rastiya welatê xwe nabîne. Em dîsa aştiyê dixwazin û dixwazin ku hemû dayîkên leşkeran jî tev li têkoşîn û çalakiyên me bibin.
'DAYÎKA MIN 17 SALIN LI BIRAYÊ MIN DIGERE'
Birayê Abdurrahîm Demîr Mehmet Demîr jî axivî û wiha got: "Dayîka min 17 salin pirsa 'Te birayê xwe dît ya na?' ji min dipirse. Birayê min dema ji otobusê daxistin birin Qereqola Cendirmeyan ya Şavelêt. Piştî leşkeran birayê min binçavkirin û birin qereqolê êdî agahî jê nehat girtin. "
Di hefteya 384'an de liser navê Dayîkên Şemiyê Neriman Deniz daxuyani da û wiha got: "Malbata Demîr serî li her derê dan. Lê tu agahi bi dest nexistin. Lê li Şaxa TEM'e ya Midûriyeta Polisan ya Mêrdîn jî j bo Demîr wiha hate gotin "Abdurrahîm pasaport wergirt û wekî garson çû Firansayê. Malbatê li gel ÎHD'ê serî li hemu rêyên zagonî dan, Lê heta niha tu encam bi destnexistiye.
Denîz bal kişand ser şer û pevçûna li navçeya Şemzînanêku 13 rojin didome û pirsa "Li Şemzînanê çi dibe? Dîsa gund û gundik tên valakirin. Dîsa daristan tên şewitandin. Dîsa kuştin, revadin û windakirin didome. Em dîsa li salên berê vedigerin."