Dayîkên Şemiyê: Bêdengiya îro dê bibe tarîtiya pêşeroja me

Dayîkên Şemiyê: Bêdengiya îro dê bibe tarîtiya pêşeroja me

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Abdulganî Dag yê 17 salî ku di sala 1994'an de hate windakirin pirsîn. Dayîkan wiha got: "Kiryarên sûcê mirovahiyê kirin hatin perdekirin îro jî kiryar û fermandarên wan sûcan didin kirin bi wêrek kirin. Bêhiqûqî bi rêxistin kirin. Bêdadî kûr kirin. Bêdengiya îro dê bibe tarîtiya pêşeroja me."

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 382'emîn li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de pankrata "Kiryar diyar in winda li ku ne" vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Abdulganî Dag ê ku di sala 1994'an de di bin çavan de hate windakirin pirsîn.

'JI BO ZAROKÊN KURDAN MAFÊN MIROVAN JI HOLÊ RAKIRIN'

Xizmê Hasan Gulunayê ku di sala 1992'yan de di binçavan de hate windakirin Zekî Egîn diyar kir ku, 20 salin li Gulunay digerin. Xwîşka Hasan Ocak Aysel Ocak li ser navê dayîka daxuyanî xwend û aqûbeta Abdulganî Dagê ku di sala 1994'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo meta xwe ziyaret bike li mînîbûsê siwar bû û di kontrola leşkeran de hate binçavkirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin pirsî.

‘MAFÊ MIROVAN JI BO ZAROKÊN KURDAN HATIN RAKIRIN’

Ocak diyar kir ku, 3 kesên bi Dag re hatin binçavkirin pişt re serbest hatin berdan diyar kirin ku Dag li Fermandariya Tugaya Mêrdînê dihate girtin û rastî gelek îşkenceyên giran hat. Ocak anî ziman ku, hemû serlêdanên malbatê bê encam man û wiha got: "Bê encam man ji ber ku hemû mafên mirovan ji bo zarokên kurdan ji holê hatin rakirin.

Di serdema AKP'ê de heta niha 171 zarokên kurdan ji aliyê leşker û polîsan ve hatin qetilkirin. Kiryarên sûc mirovahiyê kirin hatin perdekirin îro jî kiryar û fermandarên wan sûcan didin bi wêrek kirin. Bêhiqûqî bi rêxistin kirin. Bêdadî kur kirin. Bêdengiya îro dê bibe tarîtiya pêşeroja me."

'MA EV BÊWIJDANÎ DÊ HETA HETA BIDOME'

Ocak da zanîn ku, li hemberî derewên dewletê her tim daxwazên xwe anîn ziman. Ocak destnîşan kir ku, lêgerîna kesên di binçavan de hatin windakirin têkoşîna xwedî li derketina mafên hemwelatibûnê ne û wiha pê de çû: "Kesên dewletê rêvebe dibin daxwazên Dayîkên Şemiyê bi cih naynin û di gunehên xwe de israr dikin." Ocak bang li Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn jî wiha kir: "Gelo edaleta we eve? Cudahiya raman vê dadê ji dada salên 90'an çiye? Dad ji bo sûcdariyên dewletê bi veşêrî heye?" Ocak bang li Serokwezîr Tayîp Erdogan jî kir û got; "Gelo ev bêdadî û bê wijdanî dê heta heta bi dome?"