Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanê DAIŞ'ê dan

Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanê DAIŞ'ê dan

Dayikên Şemiyê di çalakiya we ya 498'mîn de careke din li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqubeta xizmên xwe pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun diyar kir ku hefteya borî çuye ser sînorê Kobanê û wiha got: "Em bi salane me ji ber JÎTEM'ê nedikarî rakevin, niha jî ji ber DAIŞ'ê nikarin."

Dayikên Şemiyê di çalakiya we ya 498'mîn de careke din li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqubeta xizmên xwe pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Yusuf Nergîzê di sala 1997'an de di bin çavan de hatibû winadikirin, hate pirsîn.

Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun, diyar kir ku hefteya borî çûye ser sînorê Kobanê û wiha got: "Bi salane me ji ber JÎTEM'ê nedikarî rakevin, niha jî ji ber DAIŞ'ê nikarin." Piştî Tosun, birayê Hasan Ocak ê di sala 1995'an de hate windakirin, Alî Ocak axaftinek kir.

Ocak got ku tu kesî heta niha guh nedaye qêrînên wan û piştî gotinên Serokomar Erdogan yên wekî "Êdî polîsên me û leşkerên me nikarin bi mertalê mudaxale bikin, çi pêwist be wê bikin" bi bîr xist  û wiha got: "Erdogan bi van gotinan pêşî li qetliyamên nû vedike. Em ê li hemberî vê têkoşîna xwe xurt bikin." Piştî Ocak vê carê jî dayîka Nezîr Çakar ê di sala 1994'an de li Licê hatiye windakirin, Şekernaz Çakar mafê axaftinê girt û aqubeta kurê we pirsî.

Her wiha ji Bûroya Redkariya Wijdanî ya Ewropayê (EBCO) Carla Goffî jî di çalakiyê de peyamek da û got, "Têkoşîna we gelek watedar û wêrek e. Em piştgiriyên xwe ji we re pêşkeş dikin.”

Di çalakiyê de, daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Dayîka Şemiyê Sezamîs Horuz ve hate xwendin. Horuz, bal kişand ser bûyerên ji bo Kobanê û da zanîn ku di çalakiyan de bi dehan kesan jiyana we ji dest dane. Horuz, got ku Tirkiye ku piştgiriyê dide DAIŞ'ê ji bo alîkariya Kobanê sînorên we girtine û banga hestewariyêkir.

Horuz di berdewamê de aqubeta Yusuf Nergîzê di sala 1997'an li semta Ofîsê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din jî jê agahî nehatibûn girtin, pirs kir û xwest ku aqûbeta Nergîz bê zelalkirin.