Dayikên Rojhilat serdana Leyla Guven kirin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê serdana Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven kirin.

Dayikên Aştiyê yên ji Herêma Rojhilatê Kurdistanê hatin Amedê, serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kirin, ku Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayikan diyar kirin ku heta Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin. 

 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirginga Rêbeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 185 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Dayikên Aştiyê yên ji Herêma Kurdistana Îranê hatin Amedê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ziyaret kir. Dayikan diyar kirin ku heta Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin. Dayikan piştî Leyla Guven ziyaret kirin li derve daxuyanî dan. Li gel dayikan Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û gelek kesên din amade bûn.
 
JINEK KURD PÊŞENGIYA TÊKOŞÎNÊ DIKIN
 
Li ser navê dayikan Sînor Hûseyîn axivî û wiha got: "Em li ser navê Dayikên Aştiyê yên Kurdistana Îranê hatin me serdana xwe kir. Ji ber astengiyan gelek dayik nehatin. Leyla Guven bi têkoşîna xwe pêşengiyê ji jinan re dike. Leyla Guven jineke Kurd e. Wekî dayikek kurd pêşengiya têkoşînê dike. Têkoşîna Leyla Guven, ji bo dayikên ku zarokên xwe winda kirin pir bi wate ye. Divê her jina Kurd piştgiriyê bide vê çalakiyê. Di têkoşîna azadiy kurd de her dem jinan pêşengî kiriye. Ev tekoşîn bi jinan dest pê kir û wê bi jinan bilind bûn. 
 
‘HETA OCALAN AZAD BIBE EM Ê TÊBIKOŞIN
 
Huseyîn,  xwest her kes piştgiriyê bide çalakgerên di greva birçîbûnê de û wiha bi dawî kir: "Divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes têbikoşe. Heta Birêz Ocalan azad bibe emê têkoşîna xwe berdewam bikin. "
 
Dayikên Aştiyê piştre serdana Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêxistina HDP'ê ya Amedê kirin.