Dayîkên Rojava ji bo Ocalan li ser sînor bûn

Dayîkên Rojava ji bo Ocalan li ser sînor bûn

Saziya Dayikên Aştiyê ya Qamişloyê, li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û komkujiya Şêxmeqsud şermezar kir. Dayîkan, diyar kir ku tu kes nikare gelê kurd ji Rêberê Gelê Abdullah Ocalan veqetîne.

Saziya Dayikên Aştiyê ya Qamişloyê, ji şermezekarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya Şêxmeqsud, li ser sînorê navçeya Nisêbînê ya bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji bilî dayikan gelek kes beşdar bûn de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hate berzkirin. Her wiha dirûşmeyên ku komkujiya Şêxmeqsud şermezar dikin, hatin berzkirin.

'OCALAN SEROKÊ HEMÛ BINDESTAN E'

Di çalakiyê de Endama Saziya Dayikên Aştiyê Henîfa Mehemed axaftinek kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi serkêşiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kesên sivîl dikuje û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşîne. Henîfe wiha got: "Ew dibêjin ku dê îradeya gelê kurd bişkînin. Lê bila bizanin ku gelê me li pey Serok û şehîdên xwe ye. Birêz Ocalan tenê Serokê Gelê Kurd nîn e, serokê hemû bindestan û yên zilm û zor dîtine ye." Henîfe, destnîşan kir ku ew ê wekî dayîk heta dawiyê şopajoyên tevgera azadiyê bin.

'ERDOGAN NIKARE OCALAN JI GEL QUT BIKE'

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şamê Şehnaz Hesarî jî, anî ziman ku ew wekî dayikên aştiyê ji bo şermezarkirina pêkanînên hovane û şovenî yên Tirkiyeyê û êrîşên hov ên Suriyeyê kom bûne. Hesarî, pêkanînên dewleta Tirk jî şermezar kirin got ku Erdoðan nikare tu caran navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd veke.

Hesarî silavên xwe ji kurdên Taxa Şêx Meqsud a bajarê Helebê ku çend roj beriya niha rejîma Suriyeyê komkujî li wir pêk anîbû, kirin. Hesarî got; "Gelê Şêx Meqsud bi tenê nîn e, kurd hemû li pişt wan e û heta em mafên xwe bi dest dixin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Endama Saziya Dayikên Aştiyê Emîne Hesarî jî got ku dayikên aştiyê di xiztema Rêberê xwe gelê Kurd de ne û wiha pê de çû: "Em hazir û amade ne ku tişta ji me tê xwestin bikin. Tu kes nikare têkoşîna me asteng bike."

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.