Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyên yên Wan, Colemêrg, Elbak û Geverê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolana Huner çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Endamên Dayîkên Aştyê yên Wan, Colemêrg, Elbak û Geverê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Ehmedê Xanî hatin cem hev û heta Kolana Hunerê meşiyan. Di meşê de pankarta "Azadiya rêbertiyê azadiya me ye. Êdî bese an azadî an azadî” hilgirtin. Dayîkên bi cilên herêmî û desmalên spî tevlî meşên bûn û sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye", "Em şer naxwazin aşîtiyê dixwazin" û "Em dayîk alîgirên aştiyê ne" berz kirin.
Piştî meşê li ser navê dayîkan Endama Dayîkên Aştiyê Hanîfe Koçak bi kurdî daxuyanî xwend û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em dayîk in, em naxwazin gerîla, leşker û polîsan bimirin. Em aştiyê dixwazin."
'TÊKOŞÎNA DAYÎKAN YA HEVPAR DÊ AŞTIYÊ BÎNE'
Koçak di dema daxuyaniyê de li polîsekî yê li cihê bûyerê vegeriya û jê re wiha got: "Ez li vir bang li dayîkên we dikim. Werin em bi hev re vê xwînê bidin rawestandin. Piştî me dest da hev ev şer dê bi dawî bibe. Muhatabê aştiyê niha tenê Birêz Ocalane. Divê demildest dawî li tecrîda li ser Ocalan bê kirin." Piştî daxuyaniyê dayîkan li kolana hunerê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Çalakiya rûniştinê heta di demjimêr 16.00’an dê berdewam bike. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Seydî Firat û rêveberên BDP'ê jî piştgirî danê.