Dayikên Aştiyê tecrîd, girtin û komkujî şermezar kirin

Dayikên Aştiyê tecrîd, girtin û komkujî şermezar kirin

Li Binarê Qendilê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujî û girtinên di bin navê KCK’ê de daxuaniyek ji aliyê dayikên aştiyê ve hat dayin.

Di daxuyani ji aliyê dayikên aştiyê yên Binarê Qendil ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku dewleta “faşîst” a Tirk bi awayeke bê sînor êrîşeke topyekûn li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera Azadiya Gelê Kurd daye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Bi artêş, polîs, partî, çapemenî û medyaya xwe li hemberî gelê Kurd şerekî bê hiqûq û bê qaîde bi rê ve dibin. Îro tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ve nêzî 11 meh e tu agahî ji Rêberê xwe nagrin, em weke gelê kurd ji tendirûstiya Rêberê xwe bi fikar in. Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di navbera çar diwaran de tim ji bo çareserî û pirsgirêka Kurd xwestiye bê çareserkirin û ji bo vê xebat kiriye, lê belê tam berevajîyê vê Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê dest ji operasiyonên xwe yên leşkerî û siyasî bernedaye û niha ji weke her carê dest bi komkujiyan kirine.”

Dayîkên aştiyê bal kişandin ser listîkên AKP’ê û wiha got; “Ev operasyon bi ferman û destûra hikûmeta AKP'ê pêk tên. Êdî kerr û kor jî dizanin ku ev operasyon bi destê hikûmeta AKP'ê pêk tên. Em dizanin ku beriya operasyon pêk tên fezleke tên amadekirin bi lêv kir ku niha hikûmeta AKP'ê şerê derûnî dimeşîne û dixwaze bi hêza çapemeniyê vê çekê li ser civakê pêş bixe.”

Em weke Dayîkên Aşitiyê yên Qendilê bang li hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk dikin ku ji demekê zûtir bijîşkên pispor rêkin gireva Îmarlî û dawî li operesiyonê xwe yên siyasî û leşkeri bine û dest bi mûzakereyan bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin qêrin.