Dayîkên Aştiyê: Berpirsyarê van mirina Erdogane

Dayîkên Aştiyê: Berpirsyarê van mirina Erdogane

Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku, ew êdî nikarin van mirinan rakin û got; "Em wekî dayîkan êdî nikarin van mirinan rakin. Yekane berpirsyarê mirinên li girtîgeh û mirinên leşkeran Serokwezîr Erdogan berpirsyare.

Endamên însiyatîfa Dayîkên li ser serhildanên li girtîgehan li konê komeleya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Xuşka Abdulsetter Olmezê ku di ringa ku ji Wanê ber bi Stenbolê ve diçû de bi 4 hevalên xwe re şewitî û jiyana xwe jidest dayî Cahîde Olmez daxuyanî da. Olmez diyar kir ku tekane berpirsyarê mirinên leşker û girtiyan Serokwezîr Erdogane.

'EM ÊDÎ NIKARIN VAN MIRINAN RAKIN'

Olmaz diyar kir ku, roja ku li girtîgeha Rihayê şewat derketiye birayê wê yê di rîngê de şewitî û jiyana xwe jidest daye hatiye bîra wê û got; "Birayê min li girtîgeha leşkerî girtî bû. Ji bo ku îfadeya wî bigirin dibirin Stenbolê. Destên wî girêdayî li rîngê suwar kirin. Ji ber dewletê birayê min di rîngê de jiyana xwe jidest da. Ez êdî nikarim van mirinan rakim. Tekane berpirsyarê xwîna dirije û operasyonan Serokwezîr Erdogan e. Dayîk û bavên leşkerên jiyana xwe jidest didin êdî bila nebêjin, 'Bila welat sax be' Qasî ku ew vê bibêjin mirin bidawî nabin. Bila piştgiriyê bidin me dakû ev şer bidawî bibe.

'QASÎ KU OPERASYON DEWAM BIKIN DÊ MIRIN JÎ HEBIN'

Olmez anî ziman ku agirê li girtîgeha Rihayê bû sedema mirina 13 kesan ji aliyê dewletê ve hatiye vêxistin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Li cihê ku divê 10 kes lê bimîne 100 kes lê dimînin. Ma ev dibe? Qet wicdan nema? Qasî ku operasyon berdewam bikin dê hê zêdetir girtîgeh bişewitin, hê zêdetir qereqol bişewitin û hê zêdetir leşker bimirin."