Dayîkên Aştiyê azadiya Ocalan xwestin

Dayîkên Aştiyê azadiya Ocalan xwestin

Înîstiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Şirnexê bal kişandin ser tecrîda salek zêdeye berdewam dike û xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Dayîkên Aştiyê yên Şirnexê ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdehî saleke berdewam dike li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Dayîkên Aştiyê yên Silopî û Hezexê, Meclîsa Jinan ya BDP'ê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrata "Hêviya dayîkan cîhaneke bê şer, welatek azad, Serokatiyek azad û jiyanek bi rûmete" hate vekirin.

Li ser navê dayîkan Şemsê Kara daxuyanî xwend û diyar kir ku zêdehî saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike û divê li hemberî vê yekê hemû kes dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê Kurde. Heke Birêz Ocalan azad nebe gelê Kurd jî azad nabe û aştî pêk nayê. Divê hemû jinên li Tirkiyeyê ji bo şer bi dawî bibe demildest bi hev re dest bi tevgerê bikin."