Dayîkên Aşitiyê girtina Bekir Kaya û hevalên wî protesto kir

Dayîkên Aşitiyê girtina Bekir Kaya û hevalên wî protesto kir

Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wanê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de gitina 10 rêvebir û şaredarên BDP'yî şermezar kirin.

Nerazîbûnên li hemberî şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Parêzerê Buroya Sedsalê ya Hiqûqê Cuneyt Caniş jî di nav de girtina 10 rêvebir û Şaredarên BDP'yî her ku diçe zêdetir dibin. Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, li konê ku li taxa Seyît Fehîm Arvasiyê lihev civiyan û heta avahiya xizmetê ya şaredariyê meşiyan.

Di çalakiya ku însiyatîfa dayîkên aştiyê yên Amedê jî tevlî bûyîn de dayîkan pankarta li ser; "Çareseriya pirsgirêka kurd ne ji operasyonên KCK'ê ji diyalog û mûzakereyan derbas dibe" nivîsandî vekirin û bê navber dirûşmeyên wekî; "Şaredar Bekîr" û "Destên ku dirêjî Bekîr bûyî bila bişkên" berz kirin. Li ser navê Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê Hamî akdogan axivî û got; "Erdogan dibêje, 'ez misilman im.' Mixabin ji misilmaniyê dûr e. Em dixwazin şaredarê xwe Bekîr di nava xwe de bibînin."

'YA ERDOGAN KIRÎ ERDHEJEKE MEZIN BÛ'

Piştre Leyla Duman axivî û diyar kir ku bi salan beriya niha kolanên Wanê bi pîsîtiyê tijî bûn. Duman wiha axivî: "Yê ku Wan kirî Wan Şaredar Kaya ye. Me bi salan av bi pişta xwe dianî mal. Berê riyên taxan gelekî qirêj bûn. Piştî ku Kaya hat hilbijartin xizmetên mezin kirin. Divê gelê Wanê xwedî li vîna xwe derkeve. Divê ev şer êdî rawest e. Ya Erdogan kirî erdhejeke mezin e. Kaya ne tenê ji bo kurdan xizmeta hemû gelê xwe dikir. Tekane sûcê wî xizmeta wî ye."

Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bidawî bû.