Dayîkên Aştiyê ji bo ‘nobeta aştiyê’ ber bi Dêrsimê ve ketin rê

Dayîkên Aştiyê ji bo ‘nobeta aştiyê’ ber bi Dêrsimê ve ketin rê

Aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Amed û Stenbolê ji bo tevlî "Konê çareseriyê û rizgariya demokratîk" ê li Dêrsimê bên vedan bibin, ketin rêya Dêrsimê.

Dayîkên Aştiyê yên Amed û Stenbolê bi armanca pêvajoya "Vekişandina gêrîlayên HPG'ê" bi şopîne dê "Konê çareseriyê û rizgariya demokratîk" vebikin û nobetê bigirin. Dayîkên li Amedê hatin cem hev beriya ku ber bi Dêrsimê ve bi rê bikevin civîna çapemeniyê li dar xistin. Dayîkên ji Stenbolê û Amedê hatin cem hev tevlî civînê bûn.

Aktîvîsta Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teker di civînê de axivî û wiha got: "Gêrîlayên me derbazî Herêma Federal a Kurdistanê dibin. Komekî gerîlayan ji Çelê re derbaz bû. Em weke Dayîkên Aştiyê vê meşê weke meşa azadiyê bi nav dikin. Ji bo piştgiriyê bidin vê meşê em dê li Dêrsimê kon vebidin."

Teker diyar kir ku, li aliyê din bi gûmanîn. Teker anî ziman ku, dê bi koma ji 12 dayîkên ji Dayîkên Aştiyê yên Stenbol û Amedê pêk tên 15 rojan li Dêrsimê konê vedin û nobetê bigirin û wiha axivî: "Hemû kesên dibêjin em mirov in divê li ser vê pêvajoyê hûr bibin û baldar bibin. Êdî em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Em vê meşa azadiyê silav dikin."

Li aliyê din hate ragihandin ku, ji bo çalakiya li Şirnexê di 18'ê gulanê de Dayîkên Aştiyê yên Mêrdîn û Silopiyê, ji bo çalakiya Colemêrgê jî di 22'yê Gulanê de Dayîkên Aştiyê yên Wan û Geverê dê ji bo çalakiyê dewr bigirin dê bi rê bikevin.