Dayikên Şemiyê: Sibe em wijdanên xwe deng bidin

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsî. Di çalakiyê de hate xwestin ku sibe bi wijdanê xwe deng bide.

Dayîkên Şemiyê aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê berî 24 salan dibin çavan de hat winda kirin pirsîn û gotin: “Ji sala 1994’an ve 17 hikûmet hatin guhertin. Em bang li hemû kesan dikin ku sibe dengê xwe ji bo edalet û demokrasiyê bidin.”

 Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta windayan bê dîtin û bi daxwaza faîl bên darizandin 691’emîn car li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiya gelek kes beşdar bûn de, aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê di 7’ê Hezîrana 1994’an dibin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. 

’17 HIKÛMET HATIN GUHERTIN LÊ EDALET PÊK NEHAT’

Di çalakiyê de, dest pê kê dayîka Ferhat Tepe yê di 28’ê Tîrmeha 1993’an dibin çavan de hat windakirin Zubeyde Tepe axivî û wiha got: “Li Qada Galatasarayê 23 salin li edaletê digerim. Lê hîna   edalet nehatiye cih. 17 hikûmet hatin guhertin, lê dîsan jî edalet pêk nehat. Li Tirkiyeyê me bê edaletê jiya. Sibe hilbijartine. Em hêvîdar edalet pêk bê.”

‘HEMÛ KES GUH BIDIN DENGÊ WIJDANA XWE Û DENG BIDIN’

Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12’ê Îlona 1994’an dibin çavan de hat winda kiri Îrfan Bîlgîn jî, diyar kir ku 17 hikûmet hatin guhertin, lê kesekê bangên wan nebihist û wiha got: “Di vê hilbijartinê de divê hemû kes guh bidin dengê wijdana xwe û wisan deng bidin.”

‘DI AVA ZAP’Ê DE PELAV Û ÇAKÊTÊ WÎ HATIN DÎTIN’

Piştî axaftinên hatin kirin daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê biraziya Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê Kanûna 1993’an dibin çavan de hat windakirin Surgun Taşkaya da û wiha axivî: “Mehmet Zekî Dogan li Lîseya Çelê dixebitî  û li Colemêrgê dijiya. Dogan di 7’ê Hezîrana 1994’an de polîsên hêzên taybet bi ser lîseyê de digirin. Dogan ê bi şev nobedar bû, bi darê zorê li panzêrê siwar dikin. Malbata Dogan li şahidên derdora taxê fêr dibin ku Dogan hatiye binçavkirin. Malbat serî li rayedarên fermî didin, belgeya destûr digirin û dest bi falîyetên lêgerînê dikin. Li gorî daxuyaniyên şahidan, malbat pêlav û çakêtê Dogan di ava Zapê ya nêzî Biyamen a gundê Narli dibînin. Li cihê kincên wî şopên xwînê jî hebûn. Lê lêgerîn bê encam derbas dibe û malbat xwe nagihîne Mehmet Zekî Dogan.”

‘MEQAM BÊ DENG MAN’

Taşkaya, da zanîn ku ligel Dogan li ser kar hat binçavkirin û windakirin jî, rayedarên dewletê qet tiştek nekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya roja îro bi tu awayê rayedaran agahî nedan malê. Lêgerîna edaletê ya malbata Dogan a 24 salan tim hate astengkirin. Em dixwazin ev astengî bên rakirin û edalet bê cih.”